Wehşeta çeteyan: Di ser nexweşxaneyê de girtin û ciwanê Kurd qetil kirin
Wehşeta çeteyan: Di ser nexweşxaneyê de girtin û ciwanê Kurd qetil kirin
Wehşeta çeteyan: Di ser nexweşxaneyê de girtin û ciwanê Kurd qetil kirin
Çeteyên El Nusra ku girêdayî El Qaîdeyê ye û sînor nas nakin, li Tîl Eranê di ser nexweşxaneyekê de girtin û ciwanê Kurd ê birîndar yê 23 salî li ber çavên gel serê wî jê kirin.
Li bajaroka Tîl Eran a li herêma Helebê ku di meha dawiya meta Tîrmehê de Eniya El Nusra û Dewletî Îslam ya Iraq-Şamê ku girêdayê El Qaîdeyê ye nêzî 70 kes qetil kir û ciwanê 23 salî yê bi navê Xemîs Berho jî birîndar bibû. Xizmên Berho ew birin nexweşxaneyê û li vir dîsa rastî êrîşa çeteyan hat. Çeteyan li ber çavên gel serê ciwanên Kurd jê kir.
Komên mijara gotinê ne, ji komkujî û êşkenceyên li hemberî gelê Kurd berpirsyar tên girtin.
Li hemberî van komkujiyan ku di bin navê maskeya Îslamî de pêk tê, ne welatên Îslamî û ne jî yekîtiya Ewropayê berktek nîşan da. DYA û NY’ê jî bêdengiya xwe diparêze.