Wê Partiya Enhedslîstenê ji nêz ve doza HDP'yiyan bişopîne
Li Danîmarkayê Partiya Enhedslîstenê, biryar da ku, ew ê ji nêz ve doza girtina hevserok û parlementerên HDP'iyan bişopîne.
Li Danîmarkayê Partiya Enhedslîstenê, biryar da ku, ew ê ji nêz ve doza girtina hevserok û parlementerên HDP'iyan bişopîne.
Wê bi heyeta ku ji parlementerên partiyê ve pêk tê, pêvajoyê ji nêz ve bişopîne.
Partiya Enhedslîstenê ya ku li Parlementoya Danîmarkayê 14 parlementerên wê hene, îro li hev civiyan. Di civînê de biryar dan ku, ji bo şopandina doza parlementerên HDP'yiyên hatine girtin bişopînin ew ê jî di nav heyeta ku wê biçe Tirkiyeyê de cih bigirin.
Têkildarî biryarê Berpirsiyarê Karên Derve ya Partiya Enhedslîstenê Nîkoloj Vîllûmssen daxuyanî da û wiha got: “Wek partî me 6 parlementerên Kurd diyar kirin û ji bo şopandina dozên wan em ê biçin Tirkiyeyê."
Vîllûmsen diyar kir ku, wan hîn biryar nedaye ku wê heyet kengî biçe Tirkiyeyê û got, wê ev biryar di hefteyên pêş de zelal bibe.
Partiya Enhedslîstenê, tûrên xwe yî heyetê tevî dostên xwe yên polîtîkên li Fînlandiya û Swêdê wê organîze dikin.
Partiya Enhedslîstenê ev ne cara ewil e ku piştevaniya siyasetmedarên Kurd ên li Tirkiyeyê dike. Ji parlementerên partiyê Soren Sondergaard jî beriya niha bi 20 salî ji bo doza siyasetmedarê Kurd-Danîmarkayî Kemal Koç ê ku li Amde wê dihat darizandin bişopîne hatibû Amde wê û li wir hatibû girtin.
Li Danimarkayê Parlementerê Partiya Socîaldemokraterneyê Lars Aslan Rasmûssen jî duh daxuyandibû ku, 2 hefte şûnde ew ê ji bo şopandina dozên siyasetmedarên Kurd û rojnamegeran biçe Tirkiyeyê.