Wê li pêşiya avahiya Ozgur Ulke çalakiya bibîranînê were lidarxistin
Ji ber salvegera 23’emîn a bombekirina rojnameya Ozgur Ulke wê sibê li pêşiya avahiya rojnameyê ya li Kadirgayê çalakiya bibîranînê were lidarxistin.
Ji ber salvegera 23’emîn a bombekirina rojnameya Ozgur Ulke wê sibê li pêşiya avahiya rojnameyê ya li Kadirgayê çalakiya bibîranînê were lidarxistin.
Di 3’ê Kanûna 1994’an de avahiya rojnameya Ozgur Ulkeyê ya li Stenbolê ya li Kadirgayê û buroya wê ya li Enqereyê hatibû bombekirin. Ji ber salvegera 23’emîn a bombekirinê wê çalakiya bibîranînê were lidarxistin.
Di bombekirinê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest dabû û 23 kes jî birîndar bûbûn.
Rojnameger û parêzvanên mafên mirovan, sibê saet di 12.00’an de li pêşiya avahiya ku hatibû bombekirin wê çalakiya bibîranînê li dar bixin.