Wê li Fransa ji bo Kobanê rêzeçalakî bên lidarxistin
Wê li Fransa ji bo Kobanê rêzeçalakî bên lidarxistin
Wê li Fransa ji bo Kobanê rêzeçalakî bên lidarxistin
Li gelek bajarên Fransa bi çalakî û xwepêşandanan wê êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û Şengalê bên şermezarkirin. Di daxuyaniya ji aliyê Koordînasyona Kurdistan a Demokratîk a Fransa (CDK-F) de ji bo çalakiyan bang li tevayî Kurdistanî, saziyên şoreşger-demokrat ên li Fransayê hat kirin.
Di daxuyaniya CDK-F de hat diyarkirin ku ji bilî çalakiyên roja Şemiyê wê di nav hefteyê de jî çalakiyên vedana konan bên lidarxistin. CDK-F di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û got, “Li Kobanê gelê me li ber xwe dide. Ev berxwedan divê neqlî kolanên li Fransa bên kirin û bên mezinkirin. Divê dengê Kobanê bigihêje Fransa.
Cih û demên çalakiyên bên lidarxistin wiha ne:
20 ÎLON
Parîs: Saet 16.00’an la Fontaine des Innocents (Place Joachim du Bellay, Paris 1- Les Halles
Strasbourg: Saet 15.00 Place de Kléber
Moulhause: Saet 15.00 lş ber Navenda Civaka Kurd wê gel kom bibe
Marseille Saet: 13.00 Vieux Port
ÇALAKIYÊN KONAN
Li Montpillier, Draguignan û Bordeaux di tevahiya hefteyê de wê çalakiyên kon û rûniştinê pêk werin. Çalakiyên kon bi mîtîngeke di 27’ê Îlonê re wê bi dawî bibe.