‘Wê ji bo gelê Kurd çareserî pêk were’

Ayfer Bîlgîn têkildarî şehadeta bavê xwe Abdulhamît û birayên xwe Lezgîn û Rodî axivî û got “Bi qedexe û zindanan, tiştek wê çênebe. Ji bo gelê Kurd wê teqez çareseriyek pêk were. Wê qebûl bikin. Ji ber ku rêyeke din tune.”

Ji sala 1925’an û vir ve sê nifş di nav serhildanê de ne. Bavê wê Abdulhamît 13-14 salî tevlî serhildana sala 1925’an dibe. Êşkence li birayê wê Lezgîn (Zagros) tê kirin û birayê wê tevlî nav refên gerîla dibe. Di 29’ê Îlona 1992’an de di serdegirtina qereqola Rûbarokê de şehîd dibe. Birayê wî yê biçûk Rodî ê ku hîna lîseyê dixwîne hatibû girtin, di 22'ê Mijdara 1996'an de li girtîgeha Zîleya Tokatê, dema di greva birçîbûnê de bû hate qetilkirin. Keça wê Zelal Bîlgîn jî tevlî xebatên Kongreya Civakî ya Demokratîk dibe û niha di Girtîgeha Sîncanê de ye.

Ayfer Bîlgîn ji me re qala bav, xwişk û birayên xwe û girtîgehan kir.

JÊ RE BÛ DERD KU ŞÊX ŞERÎF LI KU HATIYE VEŞARTIN

Tu li ku hatî dinê? Zarokatiya te çawa bû? Hûn çend xwişk û bira bûn?

Em 9 xwişk û bira bûn. 6 keç û 3 kur bûn. Bavê min piştî sala 1925’an 16 salan li Sûriyê ma. Piştî ku ji Sûriyeyê vegeriya, bi tena serê xwe li çewlikekê dijiya. Ji xwe re dîsa malek ava kir. Nikaribû qebûl bike lê dîsa jî ava kir. Dema ez carinan diçûm cem wî, bavê min digiriya. Dema zarok bûm min digot gelo ka çi derdê wî heye ku digirî. Şêx Şerîf darve kiribûn. Li wan çiyayan bi hev re meşiyabûn. Di girtîgehê de Şêx Huseyîn şehîd bûbû. Wî nedizanî Şêx Şerîf li ku hatiye veşartin. Ev jê re bûbû derd. Di temenekî biçûk di 14 saliya xwe de, tevî wan çek hilgirtibû. Jiyaneke wî ya pir dijwar û xemgîn hebû. Qebûl nedikir. Piştî ku ji Sûriyeyê vegeriya, tu carî zewq nestend. Lê ew li herêmê serwer bû. Li ser hemû kesan giraniya wî hebû. Dema doza hinekan çêdibû, wî çareser dikir.

Ji zarokên xwe re qala çi dikir?

Wî em her tim bi cesaret mezin dikir. Pir ji çekê hez dikir, hînî zarokên xwe jî dikir. Hînî min jî dikir. Dida xwendin. Digot bêyî xwendin tiştek çareser nabe.

Li Amedê ji bo zarokên xwe perwerde bike malek ava kiribû. Ez, birayê min Sedat em li wir bûn. Lezgîn hê yek salî bû. Piştî wir em dîsa vegeriyan çewligê. Zarok mezin bûn. Lezgîn dema bû 6 salî çû dibistanê.

JI VÊ SAETÊ ŞÛNDE EZ BIRAYÊ HEMÛ GELÊ KURD IM

Lezgîn zarokekî çawa bû?

Lezgîn bi her kesî re li hev dikir, li derdorê ji wî dihat hezkirin, ciwanekî jîr bû. Yanî Lezgîn çawa mezin bû me nedît. Lezgîn her tim mezin bû. Herî dawîn xatir xwest û çû.

Dema çû ji te re qala çi kir?

Dema Siddik hat kuştin, malbat belav bû. Mamoste hate destgîrkirin. Me jî pişta xwe spartibû Lezgîn. Her tiştê me Lezgîn bû. Him di malbatê de him jî di derdorê de ew her tiştê me bû. Çû leşkeriyê. Piştî hat, firsend nedan Lezgîn. Lezgîn berê xwe da çiyê. Çewlika wî jî hebû. Çewlig û heywan firotiye, şivan ji me re got. Piştî çû. Dijmin firsendeke din neda.

We çawa xebera şehadeta wî girt?

Lezgîn çend mehan di nav xebatan de ma. Me dizanibû ew ê biçe, ji me re qal kiribû. Tiştekî veşartî tunebû. Got tu firsendê nadin me, a baş ez li wir bidomînim. Got ‘Ji vê saetê şûnde ez birayê gelê Kurd im’ û çû.

Birayê we yê din Rodî jî ji ber xebatên xwe yên siyasî hat girtin. Dema ku di girtîgehê de bû rastî îşkenceyê hat. Tu dikarî hinekî behsa zaroktiya Rodî bikî?

Rodî zarokekî pir bêdeng û hestiyar bû. Ew bi min re bû. Ew diçû dibistana navîn.

Di lîseyê de mal û lîse li hemberî hev bû. Rojekê gerînende telefonî min kir. Got ‘Xwişkê îro hatine Rodî bibin lê me destûr neda. Min got hûn nikarin Rodî ji dibistanê bibin.’ Piştî du sê rojan li derî xistin. Hevalên Rodî hatin, pirtûkên Rodî di destê wan de bû. Gotin ‘Xwişkê, Rodî birin’. Dema Rodî birin, di pola dawîn a lîseyê de bû. Ew birine Amedê, gotine mala birayê xwe Lezgîn nîşanî me bide. Birayê wî mala xwe guherandiye, wî mal nedizanî. Dîsa anîn. Di nava malê de kontrol kirin. Mala min li Dara Hênê ya Çewligê bû. Rojekê hatin pêşiya malê, ronahî dan rûyê min. Min got li vir nabe û me mala xwe bar kir Xarpêtê. Saet di 2’ê şevê de diya min telefon kir, got Rodî birine.

Rodî wê demê di nav xebatên siyasî de bû?

Li Xarpêtê li Ozgur Gundemê dixebitî. Ew nûçegihan bû. Çû Meletiyê. Bi Mûrat Bozlak re hevpeyvîn çêkir. Ji wir ew şopandine.

RODÎ BIRIN Û CAREKE DIN BERNEDAN

Dema ku ew di girtîgehê de bû, hûn çûn dîtina wî?

Ez her Şemî ji bo dîtina wî diçûm girtîgehê. Pêşî li Xarpêtê bû. Piştî 40 rojan ew berdan. Dîsa hatine girtine ser malê. Diya min dibêje, ew li cem xwişka xwe dimîne. Bêyî ku ji min re bibêje diçe cem diya min. Dayika min dibêje, ‘Îro hatin, pirsîn, gotin bila were emniyetê, Ekrem ji polîsan bipirse.” Lawik wisa diçe. Dibêje ma çiyê min heye ku biçim.

Serê sibê parêzer Bîrtan Erdogan telefon kir, got, ‘Xwişkê, haya te jê heye, Rodî girtine. Ez çûm edliyeyê. Rodî birine. Were dosyayê bibe malê.’ Ew birin û careke din bernedan.

Du mehan li Xarpêtê ma. Ez her hefte diçûm. Ji wir birin Elbistanê. Ez her şemî diçûm Elbistanê. Dîsa greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Di hundir de gelekî zilm hebû.

Dema tu diçû hevdîtinê, ji te re çi digot?

Dema ku ez çûm hevdîtina wî digot ‘Vana li hemberî me çawa tevdigere, divê tu jî li hemberî wan wisa tevbigere.’ Dema ez diçûm rêveberiya girtîgehê û midûr gazî min dikir. Li wir lêpirsîn dikirin, pirsên cihê dipirsîn. Heval di hundir de bûn. Tevî Rodî 15 kes. Ew ji cihên cuda anîbûn wir. Derfet pir kêm bû. Ji min re digot, ‘Her tiştê me bi hev re ye.’ Dema tiştek dixwest min 15 heb dikirî.

Şîret dida hemû kesên li derve. Keç diçûn lîseyê. Şîret dida wan, digot vê rêyê bidomînin.

RODÎ ŞEHÎD DIKEVE…

Herî dawî dema we hev dît ji we re çi got? 

Dema ez çûm serdana wî ya dawî, ew biribûn Tokatê. Ew biribûn zindana Tokat-Zile. Gava ez çûm wir, dîsa lîsteyek da min. Ji min jîlet, meqes û kolonya dixwest. Ji ber ku wextê min pir kêm bû, ji bo ku herim sûkê ez li texsiyekê siwar bûm. Min nizanîbû; Min kolonya di şûşê de kirîbû. Min meqes û jîlet kirîbû ji xwe. Her wiha tirşû, kartol goşt û hwd, xwestibûn. Wê demê tiştên wiha digirtin hundir. Niha keça min Zelal li hundir e, tişt nagirin. Min ew bir ber derî. Gotin em destûrê nadin meqes û kolonya bikeve hundir, ew qedexe ne. Min got, ne mimkûn e, wan xwestine. Hewcedariya wan pê heye. Paşê got, “ez bangî midûr bikim.” Midûr hat. Ji min re got, "Xwişkê, ew ê bi vê meqesê çi bikin?” Min xwe hêrs kir û got, “Ma qey dê yekî bibirin, hûn ditirsin qey meqesê bigirin hundir. Ma hûn ji meqesê û kolonyayê ditirsin?” Piştre kolonya û meqesê girt hundir.

Wê demê min nedikarî bifikirim çima ewqas nerm tevdigeriya. Min got, ez ji wir heta vir hatime, ka ez Rodî hembêz bikim. Min hevdîtina vekirî dixwest. Got: “Bila kesên hatine hevdîtinê biçin em ê piştre te bigirin hûndir ji bo hevdîtinê.” Yê ku ev yek gotiye midûrê girtîgehê ye. Ez li wir li bendê mam. Lê Rodî gelek hêrs bû û got, "An hemû bi hev re an jî qet!" Piştî bendewariyê em ketin hundir. Me dît ku zarokan li salona mezin çay çêkirine. Me jî li wir bi hemû komê re wêne kişandin.

Em bi girtiyên din re 10-15 deqeyan axivîn. Midûr got: “Tiştekî din dixwazî? Binêrin çiqas xweş e." Ez wê demê nefikirîm. Min got: “Rodî lê binêre, çi mirovekî baş e. Ew pir nerm nêz dibû. Wî em anîn hundur, hişt ku em hevdîtina vekirî pêk bînin. Rodî jî got, “Na, ji bo me bi dest bixin wiha dikin. Tiştekî baş nîne.” Dûvre ew hawîrdora xwe hişyar kiribû. Ji bo birayê min Sîraç pusulayek rêkiribû. Ez hefteyek neçûm hevdîtinê. Piştî hefteyekê Rodî şehîd ket.

‘ME QETIL KIR, WERIN BIBIN!’

Min ji midûrê girtîgehê numreyek a telefonê girtibû. Min got, "Xarpêt dûr e, dema ku têm dibe ku hewcedariya Rodî hebe, min agahdar bikin dema tiştek pêwîst bike. Danê sibehê saet di çaran de neviyê meta min li derî xist. Min derî vekir, ew xwe avêt erdê. Got, "Rodîîî!" Min bawer nedikir. Ez li wir li girtîgehê geriyam; Ji min ra gotineke pir giran got. Gote, "Me ew qetil kir werin bibin!" 

Rodî ji te re qala zexta li girtîgehê kir?

Di greva birçîbûnê de bûn. Lê wî ji min ra negot. Ez paşê pê hesiyam. Zextek hebû. Ez bi xwe dizanim. Lê wî bi xwe negot. Rodî qet tiştek negot. Dema ku wî ji Xarpêtê dibirin yek bûbû şahîdê vê bûyerê. Wê demê gelek êşkence li wan hate kirin. Cilên li ser wan tev çirandibûn, cardin jî tiştek negot. Lê belê hevalekî ji min re got. Dema birin Tokatê jî bi heman rengî nêz bûbûn... Erê, Rodî berpirsê wir bû. Lê qet qala êşkenceyên ku dîtiye nedikir. Lê belê min ji yên ku li wir şahidî jê re kirine bihîst. Min dizanîbû ku 15 roj in di greva birçîbûnê de ye. Lê her şemî min ê goşt û amûrên pêwîst biriba. Tenê ew û du hevrêyên xwe di greva birçîbûnê de bûn. Wî nedigot. Lê bi kîn û nefretê tijî bû.

Pêşî bavê te, paşê xwişk/birayên te û helbet mamên te jî ji bo Kurdistanê têkoşiyan. Keça te îro di zindanên Tirkiyê de ye. Tu dixwazî çi bibêjî?

Girtîgeh ne çareserî ye. Ev ne çareserî ye. Teqez nabe. Gav bi gav ev têkoşîn mezin dibe û wê mezin bibe. Kes vê zilmê ji bîr nake. Li girtîgeha Kartal a Stenbolê yek bi yek neynûkên Sîrac kişandin. Ma karîn biqedînin? Na, nekarîn biqedînin. Hawîrdor tenê mezintir bû. Gelê Kurd hîn zêdetir bi kîn û nefretê tije bû. Girtin ne çareserî ye. Niha bi deh hezaran Kurd di zindanan de ne. Her Kurdek xwedî çend endam in? Ji malbata wî çend kes hene? Her kurdek teqez 10-15 xizm û hevrêyên xwe hene. Çima ev mirov di hundir de ne? Kes nikare vê înkar bike. Berê alfabeyek Kurdî derdiket, me ji vedişart. Ma îro hewceye ku bê veşartin? Gelek tişt qedexe kirin; Yanî rojnameya Cumhuriyetê jî qedexe kirin. Ji ber vê yekê bi qedexeyan nikarin tiştek bi ser bixin. Bi qedexe û zîndanan re tiştek nabe. Teqez wê çareserî ji bo gelê Kurd pêk were. Ew ê qebûl bikin. Ti çareyeke wan a din nîne.