Wê beşek ji qedexeya li Iraqê were rakirin
Wekîlê Wezîrê Tendirustiya Iraqê Hazim Cemîlî ragihand ku wê sibe beşek ji qedexeya hatin û çûnê ya li giştî Iraqê were rakirin, kesê ku li gorî wê tevnegere vê rû bi rûyê cezayên tund bê.
Wekîlê Wezîrê Tendirustiya Iraqê Hazim Cemîlî ragihand ku wê sibe beşek ji qedexeya hatin û çûnê ya li giştî Iraqê were rakirin, kesê ku li gorî wê tevnegere vê rû bi rûyê cezayên tund bê.
Îro wekîlê Wezîrê Tendirustiya Iraqê Hazim Cemîlî bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê sibe beşek ji qedexeya hatin û çûnê ya giştî Iraqê bê rakirin, her wiha da zanîn ku yên biryaran pêk neyne wê tund were cezakirin.
Hazim Cemîlî li ser navê Wekîlê Wezareta Tendirustiyê ragihand: “Ev biryar e di civîna bihurî de wek pêşniyar ji Desteya Tendirustî û Silametiya Niştîmanî re hatiye dayîn ku razîbûna xwe ya ji bo ji roja Yekşemiyê beşek ji qedexeya hatin û çûnê rakin nîşan dane.”
Cemîlî her wiha bal kişand li ser saetên ku qedexe wê nebe û got: “Ji saet 5:00 sibehê heya 16:00 êvarê qedexeya hatin û çûnê radibe û pêwîst e di nava wê demê de tedbîrên xweparastinê ya li hemberî vîrusê werin girtin.”
Hazim Cemîlî di dewama gotinê xwe de eşkere kir: “Her cure kombûyîn weke civînên olî, eşîrî û civakî qedexe ye û her wiha divê wesayît jî li gorî perspektîfan rêwiyan siwar bikin.”
Cemîlî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesê ku li gorî perspektîfên tendirustî û bi taybetî kombûnan çêbike wê li gorî madeya 36’an a yasaya cezadayînê ya hejmara 111 a sala 1969 were cezakirin.”