Wateya êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Minbicê!
Rayedar û generalên DYA'yî, di demekê de ku polîtîkaya Serokê nû Trûmp a li ser herêmê diyar dibû, serdana Bakurê Sûriyeyê kirin.
Rayedar û generalên DYA'yî, di demekê de ku polîtîkaya Serokê nû Trûmp a li ser herêmê diyar dibû, serdana Bakurê Sûriyeyê kirin.
Du rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li dû hev serdana Rojava û Bakurê Sûriyeyê kirin. Yek ji kesayetê girîng John Mcaîne û fermandarê CENTCOM'ê Josef Votel serdan kirin. Li gorî agahiyan, her du rayedar jî di dawiya serdanê de bi kêfxweşî ji Bakurê Sûriyeyê derketin. Dema mirov li daxuyaniyên rojên dawî yên her du ziyaretvanan û generalên DYA'yî dinêrin, dibînin ku Kurd û hêzên QSD'ê ji bo DYA û Koalîsyonê êdî hêzên tifaqê ne. Votel çû heta Minbicê û serdana hêzên li wir jî kir.
Rayedar û generalên DYA'yî, di demekê de ku polîtîkaya Serokê nû Trûmp a li ser herêmê diyar dibû, serdana Bakurê Sûriyeyê kirin. Xuya ye, bi van serdanan re wê polîtîka li ser herêmê diyar bibe.
Her du rayedaran piştî serdanê daxuyaniyên girîng dan. Bi taybetî Votel li ser Minbicê daxuyaniyeke girîng da, ku Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan timî gefê li vê herêmê dixwe.Votel da xuyakirin, ku Minbic di bin parastina wan û hêzên koalîsyonê de ye. Du roj piştî vê daxuyaniyê, Tirkiyeyê gefên xwe zêdetir ikr. DYA ji bo pêşî li van gefên Tirkiyeyê bigire, hêzên xwe li qiraxa çemê Sascûrê, ku piştî dagirkirina Cerablûsê Tirkiyeyê gef lê dixwar û ev der weke sînroê navbera hêzên Tirk û meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatibû diyarkirin, bi cih kir. Piştî ku li qiraxa çemê Sacûrê hêzên xwe bi cih kir, ji bo hevsengiyê bi Tirkiyeyê re bike, di heman rojê de çek û cebilxane da koma Ehrar Şam a l Ezazê. Heşweyê hawanan, fuze, çekên ARC, fuze, MG3, dûrbînên leşkerî, hawan û guleyên wê, her wiha gelek cebilxane radestî kesê bi navê Ebû Necîm û Mihemmed Bîrîr ê ji Ehrar Şamê kir. Bi vê yekê re DYA mesaj da ku hem Minbicê ji êrîşên Tirkiyeyê diparêze, hem jî li aliyê Efrîn û Şebhayê jî bi Tirkiyeyê û çeteyên wê re ye. Bi vî rengî hewl da hevsengiyekê ava bike.
Lê belê tevî vê yekê jî gefên Serokkomarê Tirkiyeyê û rayedarên din ên Tirk li dijî Minbicê neqediyan. Di heman demê de pêr êrîşî gundên Xalidiye, Arîma, Hûtta yên lir ojavayê Minbicê kir. DAIŞ'ê jî di heman demê de ji aliyê xwe ve êrîşî gundên Minbicê kir.
Şevek beriya destpêkirina êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li gundên rojavayê Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD'ê ji bo rizgarkirina gundên li başûrê Minbicê yên di destê DAIŞ'ê de ne, ketin nava tevgerê. Lê belê balafirên şer li Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD'ê dan. Ev êrîşa balafirên şer ku nehat zelalkirin bê yên kê ne, zêde dirêj dewam nekir. Pentagonê ragihand, ev êrîş ji aliyê balafirên şer ên Rûsyayê ve hatiye kirin. Rûsyayê da xuyakirin, ku êrîşeke bi vî rengî ji aliyê wan ve nehatiye kirin. Çavkaniyên herêmî jî ragihandin, ku balafirên ev êrîş kirin, yên rejîma Sûriyeyê ne. Heta niha ti hêzê bi awayekî fermî xwe li vê êrîşê nekiriye xwedî. Lê belê tê gotin, ku ji aliyê Rûsya û rejîmê ve di encama şaşitiyekê de hatiye kirin. Her wiha tê îdîakirin, ku di vî warî de lêborîn jî hatiye xwestin.
EV ÊRÎŞ LI KÊ TÊ KIRIN?
Piştî ku rayedarên DYA dan xuyakirin, ku Minbic di bin parastina wan de ye û hêzên xwe li qiraxa çemê Sacûrê bi cih kirin û li dewriyê geriyan, artêşa Tirk û çeteyê wê êrîşî gundên lir ojavayê Minbicê kirin. Ev yek bû sedem ku nîqaşek 'gelo ev êrîş li kê tê kirin?' bikeve rojevê.
Ev êrîş bê nîqaş, li DYA û hêzên koalîsyonê hatiye kirin. Dibe ku haya rayedar, artêş û çeteyên Tirk ji vê tine be. Lê belê daxuyaniyên ji aliyê DYA û koalîsyonê ve hatin dayîn û gavên hatin avêtin, nîşan didin ku ev êrîş li hemberî wan hatiye kirin. Ji ber vê yekê DYA û hêzên koalîsyonê berêvarê bi konvoyê berê xwe dan gundên şer lê qewimî. Tirkiyeyê tevî çeteyên xwe li dijî DYA û Koalîsyonê dest bi şer kir û bi vî rengî hewl da wan bînin ser polîtîkayên xwe. Ji DYA'yê heta niha di vî warî de daxuyaniyeke cidî nehatiye. Ji bilî şandina konvoyê, destwerdaneke din jî nekir. Ji ber vê yekê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi tifaqek bi Sûriyeyê re ewlekariya gundên rojavayê Minbicê ji artêşa Sûriyeyê re hişt.
Bi vî rengî li Minbicê DYA, Koalîsyon û artêşa Sûriyeyê ya bi piştgiriya Rûsyayê li ser sînor bi cih bûn. Bakurê Minbicê ji aliyê DYA û hêzên koalîsyonê, rojavayê wê jî ji aliyê artêşa artêşa Sûriyeyê ya bi piştgiriya Rûsyayê ve tê parastin. Ev yek nîşan dide ku Minbicê DYA û Rûsya aniye ber lihevkirinê.
Di heman demê de, di navbera artêşa Tirk û çeteyên wê yên axa Sûriye dagir kirine û DAIŞ'ê, Bab û derdora wê jî di nav de ti sînor nema ye. Ev yek jî nîşan dide, ku ji niha û pê ve ti 'wezîfeyeke' wan nema ye. Lê belê dema êrîşên li dijî Minbic, Efrîn û Şehbayê, her wiha qereqolên çêkirine tê nirxandin, tê dîtin ku armanca bingehîn ne DAIŞ e, hedef axa Bakurê Sûriyeyê ye. Her wiha îspat dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên bi serkêşiya YPG û YPJ'ê, hedefa wan a bingehîn e.
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundên li rojavayê Minbicê hatin şikandin. Gelek kuştî dan û neçar man xwe vekişînin. Lê belê danê sibehê careke din bi top, tank, hawan û obusan êrîşî gundên Arîma, Xaldiye, Hûtta û gundên Şehbayê kir. Artêşa Tirk û çeteyên wê bi vî rengî li Minbicê hatin bêbandorkirin. Niha careke din giraniyê didin ser Til Firat, Minix, Ayn Dekne, Şêx Îsa, Meranaz û bi dehan gundên din ên li Şehbayê. Bi hawan, top û obusan êrîş dikin. Ev êrîş di heman demê de di ser Kîlîs û Îslahiyeyê re li dijî gundên li herêmên Bilbil û Raco yên Efrînê tên kirin.
Ne tenê êrîş, rayedarên erkdar bi xwe gefê dixwin û dibêjin ew ê Til Rifat, Ayn Dekne, Minix û gundên din bigirin.
Ev yek jî nîşan dide ku artêşa Tirk û çeteyên wê, wê di rojên pêş de êrîşî Efrîn, Şehba û derdora wê bikin û karibe hewl bide dagir bikin. Ev yek tê wê wateyê ku Tirkiyeyê li dijî axa Bakurê Sûriyeyê îlana şerê topyekûn kiriye. Ev yek di heman demê de şerê li dijî Kurdan û hemû gelên li Bakurê Sûriyeyê ye. Nayê zanîn bê wê ji Tirkiyeyê were ku bikeve nava şerekî bi vî rengî yan na.