Wargeha Şehîd Rustem Cûdî xwarina fitarê da
Wargeha Şehîd Rustem Cûdî xwarina fitarê da
Wargeha Şehîd Rustem Cûdî xwarina fitarê da
Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) xwarina fitarê da. Di xwarina fitarê de nûnerên BDP'ê yên Hewlêrê, Şaredarê Wargehê û Hevserokê Meclîsa Demokratîk amade bûn.
Şevê din, ji aliyê Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ve xwarina fitarê hat dayîn. Xwarina fitarê bi beşdarbûna gelê wargehê, nûnerên BDP'a Hewlêrê, Şaredarê Wargehê û hevserokê Meclîsa Demokratîk a Wargehê pêk hat. Di xwarina fitarê de Endamê Meclîsa Wargehê Mehmud Zêwkî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê axivî û got: “Lîstikên pir mezin hene li ser Rojavayê Kurdistanê. Her kes dixwaze destketiyên ku bi salane bi keda cangoriyên Kurdistanê hatin bi destxistin ji xwe re bikin mal. Bila baş were zanîn ku ev lîstikên ku li ser Rojavayê Kurdistanê tên kirin li ser tevayî gelê Kurd tê kirin. Em serketina Rojava silav dikin û banga seferberiyê dikin.