Wanî ji bo Ocalan dimeşin

Wanî ji bo Ocalan dimeşin

Partiyên Siyasî û STO bi daxwaza ku heyeteke tenduristiyê ya serbixwe biçe Îmraliyê di 3’ê tebaxê de meşekê lidar dixe.

BDP, HDK, DİSK, KESK, TMMOB, İHD, TUYAD-DER, MEYA-DER, KURDİ-DER, GOÇ-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û Mala Piştgiriyê ya Perwerdehiyê daxuyaniyek dan çepemeniyê û daxuyaniyê serokê TUYAD-DER Ahmet Aygun xwend.

Aygun da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 14 sale di bin tecrîda giran de dijî û wiha got: “Ligel pirsgirêkên cidî yên tenduristiya Ocalan tedawiya wî nayê kirin û berovajî di bin şert û mercên giran yên dijwar de dijî.têkiliya wî ya bi derve re hatiye qutkirin. Ev nêzîkatiya hikûmetê nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan her çiqas bêje kontrola wî ya tenduristiyê tê kirin jî em vê têr nabînin.

Aygun da zanîn ku roja şemiyê saet di 21.00’an de li ber Mavî Plaza tên cem hev û heta Beşyolê dê bimeşin. Aygun bang li hemû kesî kir ku tevli meşê bibin.