Wan û Amed sibê li dijî komployê dimeşin

Wan û Amed sibê li dijî komployê dimeşin

Li Wan û Amedê sibê dê komploya navnetewî ku 9’ê cotmehê despêka komployê ye bê protestokirin.

Der barê meşa Amedê de BDP’ê  li Dortyola Baglarê daxuyaniyek da.

Hevseroka BDP’ê Zubeyde Zumrut da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo vala derxistiye û bang kir ku bila her kes tevli meşa ku sibê ji Dortyolê destpê dike û heta Parqa Koşuyolu didome, bibin.

Serokê BDP’a Wanê Musa Îtah jî daxuyaniyek da û diyar kir ku divê sibê hemû Wanê tevli şermezarkirina komploya navnetewî 9’ê cotmehê bibin.

Serokê TUHAY-DER a Wanê Ahmet Aygun jî da zanîn ku dê bi pêşengiya BDP, HDP û TUHAY-DER’ê meşekê pêk bînin.

Aygun bangli gel kir ku her kes li Parqa Aştiyê ya Musa Anter saet di 16.00’an de bên cem hev.