Wallstrom: Rewşa Awarte kampanyaya muxalefetê dijwar dike

Wezîra Karê Derve yê Swêd Margot Wallstrom got 24’ê Hezîranê ew hêvî dikin ku li Tirkiyê hilbijartineke li gorî standartên navnetewî, dadmend û azad pêk were lê ji ber şertên Rewşa Awarte partiyên muxalîf nikarin bi heman şertan kampanya bikin.

Wallstrom bersiv da pirsa Parlamenteta Partiya  Çepgir Amîneh Kakabaveh. Wallstrom derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê, dagirkeriya li Efrînê, firotina çekan a ji bo Tirkiyê û derxistina ji ‘lîsteya terorê’ ya PKK’ê axivî.

Wallstrom ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş û wekîlên HDP’ê helwdanên Swêdê jî vegot.

ME XWEST KU DEMÎRTAŞ Û YUKSEKDAG WERIN BERDAN

Wallstrom got mîna Kakabaveh ew jî geşedanên Rojhilata Navîn, bi taybet jî rewşa mafê mirovan a li Tirkiyê û Sûriyê dişopîne, ew bi fikar e ku di qadên rêgezên demokrasiyê û dewleta hiqûqê de rewş nebaş dibe û bal kişande ser zext û zordariya li ser polîtîkavan, nûçegihan, akademisyen û nûnerên civaka sivîl.

Wallstrom got piştî girtina Demîrtaş û Yuksekdag ji bo ku werin berdan rayedarên Swêdê yên li Enqerê kêferat kirin, tevlî danişîna wan bûne û di hevdîtinên du alî de, yên bi rayedarên Tirk re ev mijar anîne rojevê.

TIŞA KU LI EFRÎNÊ DIBE NAYÊ QEBÛLKIRIN

Wallstrom got ji destpêkê ve ew li dijî operasyona  Tirk a li ser Efrînê ne, wan mijar biriye Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî, ji bo ku Konseya Ewlekariyê ya NY’yê agirbesta bi hijmara 2401’ê bistîne Swêd bi roleke girîng rabûye û got, ‘’Talan û bêcihûwarkirina li Efrînê nayê qebûlkirin. Me ev rewş şermezar kir.

Li ser gefên li ser welatiyên Tirkiyê yên li Swêdê jî wezîr got Polîsên Ewlehiyê yên Swêdê ji bo astengkirina xebatên sîxuriyê xebatên xwe didomînin.

Wallstrom li ser pirsa, ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin wê Swêd ti hewldanan bike yan na got, ‘’Pirsa girîng ew e ku Tirkiye were qanihkirin da ku dîsa dest bi hevdîtinên aştiyê bike û Swêd dema ku bi rayedarên Tirk re rûdine û li Yekîtiya Ewropayê vê tîne rojevê.’’

Wezîr her wiha diyar kir, ji ber sedema ku yasayên têkoşîna dijî terorê yên li Tirkiyê li dijî muxalîfan têne bikaranîn ew bi fikar in û di civînên dijî terorê de, yên di navbeyna  YE û Tirkiyê de van tînin rojevê.

Li ser firotina çekan a ji bo Tirkiyê jî got muxatab ne ew lê Wezîrê Dadê û Karê Navxweyî ye.

Piştî wezîr Amîneh Kakbaveh axivî û got, ‘’’Îro, mixabin ku  Tirkiye ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû muxalîfan girtîgeh e.’’

‘GIRÎNG E KU PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN’

Kakabaveh bi bîr xist ku dewleta Tirk pêşî li Amedê û bajarên dî yên Kurdistanê jîgeh hilweşandine, piştre êrîş biriye ser Rojava û Efrînê û got, ‘’Niha yên ku Tirkiyê protesto dikin û dengê xwe derdixin, bi terorîstbûnê têne tawanbarkirin. Ji bo vê jî girîng e ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Bi heman rêxistinê re Tirkiyê heta 2015’an li ser maseya muzakereyê rûnişt.’’

Wallstrom got girtina Demîrtaş û Yuksekdag ne kirinên dijî van şexsan in, parçeyek ji zextên domdirên ên li ser HDP’ê ne û got, ‘’Ji bo vê jî girîng e ku sefîr û balyozê me tevlî danişînên lîderên HDP’ê bibin û desteka xwe nîşan bidin.’’