Waliyê Hatayê: Hemû kesên hatin binçavkirin qeydê nifûsa bajarin

Waliyê Hatayê: Hemû kesên hatin binçavkirin qeydê nifûsa bajarin

Waliyê Hatayê Celalettîn Lekesîz der barê êrîşa Reyhanli de axivî û got 13 kesên hatine binçavkirin li ser nifûsa bajar qeydkirîne û got: “Lêgerîna bersûcê sereke û 6 kesên din didome.” Lekesiz îdiayên der barê miriyan de ya ku wek 150 hat gotin derewand û got: “51 kes mirine û 222 kes jî birîndar bûne.”

Lekeszi ji NTV re axivî û got piştî êrîşa 11’ê Gulanê Midûrê Midûriyeta Polîsan a Reyhanli ji peywirê hatiye girtin û got: “Girtina wî ya ji peywirê tedbîreke.  Ev tiştekî zêde ne girînge. Ev tasarufeke îdariye.”

Lekesiz diyar kir ku heta niha 13 kes hatine binçavkirin û wiha got: “Her 13 jî qeydê nifûsa bajarê me ne. Lêgerîna bersûcê serek û 6 kesên din didome. Ew jî qeydê nifûsa bajarin. Yê ku herî dawî hatiye girtin  saet di 23.40 de hat girtin. Sê kesên dema xwestine derbasî Sûriyeyê bibin, ji ber ewlehiyan nekarin derbas bin.

Lekesiz îdiayên der barê miriyan de jî derewand û got: “Di teqînê de 222 kesê birîndar serî li nexweşxaneyan dane. Niha 20 kes li nexweşxanê dawî dibîni. 4 ji van giranin û rewaşa wan xetere.”

Lekesiz wiha dirêjî da axaftina xwe: Tê gotin ku hejmara miriyan ji 51’ê zêdetire. Ne mijara gotinê ye ku hejmara miriyan bê veşartin. Pêwistî jî bi veşartinê nîne. Tê gotin ku hejmara miriyan   150 ye. Lê ev ne raste. 51 kesî jiyana xwe ji dest daye.”