Walî Lekesiz: Ji gumanbarên sereke M.G hat hat girtin

Walî Lekesiz: Ji gumanbarên sereke M.G hat hat girtin

Waliyê Hatayê Celalettîn Lekesiz,  agahiya ku der barê teqîna Reyhanli de kesek hatiye girtin, piştrast kir û diyar kir ku M. G yê hatiye girtin yek ji gumanbarê sereke ye.

Lekesiz di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di 11’ê Gulanê de di bûyera teqîna Reyhali de  ku 51 kesî jiyana xwe ji dest da de 12 kes hatin bivçavkirin û 8 sewqî dadgehê hat kirin. Lekesîz da zanîn ku ji van 4 heb hatin girtinû 4 jî ne girtî tên darizandin.

Walî Lekesiz destnîşan kir ku 4 kesên hatine binçavkirin jî îro sewqî merciyên Edlî kirin û wiha got: “Di encama xebatên berfireh yên yekineyên îstîxbaratê de di 15’ê Gulanê de saet li dora 23.40’an de kesê bi navê M. G yê ku qeyda wî lis er nifûsa bajarê me ye hatiye girtin.  Em wisa dinirxînin ku M.G, D.O û Y. G gumanbarên sereke ne.

Walî Lekesiz da zanîn ku van her sê kesan hewldana birevin Suriyeyeyê lê bi ser neketine û got lêgerîna du kesan didome.