Wagenknecht: Tîmên kuştinê yên Tirk ên li Elmanyayê eşkere bikin

Seroka Koma Partiya Çep Sahra Wagenknecht xwest, êrîşa çekdarî ya li dijî lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî tavilê bê ronîkirin. Wagenknecht got, "Pêwîste hikumeta Merkel, tîmên kuştinê yên Tirk ên li Elmanyayê ji raya giştî re eşkere bike."

Li dijî lîstikvanê tîma Amedsporê Denîz Nakî, pêr bi şev li ser otobana A4 a navbera Aachen-Kolnê êrîşeke çekdarî hatibû kirin. Nakî ji ANF'ê re ragihandibû ku çend gule lê hatine reşandin û du fîşek jî li wesayita wî ketiye. Her wiha anîbû ziman ku êrîşkar bi lez û bez ji cihê bûyerê reviyane û ew bi fikar e ku êrîş ji aliyê MÎT'ê ve hatibe kirin.

Niha, li ser çeteyên rejîma Erdogan ên li Elmanyayê tê rawestîn. Siyasetmedar û mûxalefeta Elman dixwazin bûyer tavilê bê ronîkirin. Seroka Partiya Çep a Elman Sahra Wagenknecht li ser êrîşê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku mûxatabê vê mijarê hikumeta Merkel e û bang lê kir.

Wagenknecht pirsa "Gelo li pişt êrîşa li dijî Denîz Nakî, tîmên kuştinê yên Tirk ên li Elmanyayê hene?" kir û xwest, derhal daxuyaniyek were dayin. Wagenknecht got, "Divê mirovên ku rexneya li rejîma Erdogan dikin karibin bi rengekî ewle li Elmanyayê bijîn."

Wagenknecht bang li Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere û Serokwezîr Angela Merkel kir û got, "Divê dev ji siyaseta hembâezkirinê were berdan û tavilê dawî li karên tevna krîmînal ên Erdogan were anîn. Vê pirsê ji xwe dikim; Ji bo ku li dijî vê tevna Erdogan tiştek were kirin, gelo hê divê çi biqewime? Ji bo tiştek were kirin, illehî divê hinek bê kuştin?"

Wagenknecht hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel a li bajarê Goslarê bi Wezîrê AKP'yî Mevlut Çavûşoglû re kir rexne kir û ev bang kir:

"Bi wêneyên samîmî yên li Goslarê hatin kişandin re li dijî ajanên Erdogan ên li Elmanyayê têkoşîneke serketî nayê dayin. Partiya Çep ji hikumeta federal dixwaze ku li ser tîmên kuştinê yên Tirk ên li Elmanyayê daxuyaniyeke berfireh ji raya giştî re bike. Divê Wezîrê Karên Hundir Maîzîere li dijî tevna meleyan, sîxur û çeteyên sûc ên Erdogan têkoşîneke encamgir bike. Ji bo qedexekirina karên ajanên Tirk, divê hemû rê û rêbazên hiqûqî werin bikaranîn."