Vîrûsa korona: Bajarên herî metirsîdar ên Tirkiyeyê hatin eşkerekirin

Hate eşkerekirin, di mijara şewba vîrûsa koronayê de li Tirkiyeyê bajarên herî metirsîdar Stenbol, Enere, Îzmîr, Antalya û Wan in.

Endamê Desteya Zanistiyê Prof. Dr. Mehmet Doganay ragihand, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya û Wan li Tirkiyeyê bajarên herî metirsîdar in.

Doganay got, "Bi rêyên bêhnstandinê belav dibe. Piştî pişkîn û kuxikê girîng e ku mirov destê xwe bişon. Şensê me ew e ku em di dawiya meha Adarê de ne, ev her du hefteyên dawî gelekî girîng in. Li deverên girtî mirov pê dikevin. Piştî ku hewa germ bû û rêjeya mirovan a li deverên girtî kêm bû wê rêjeya enfeksiyonê jî kêm bibe. Di meha Nîsanê de dema ku hewa xweş bû, mirov ji sûkê derketin derve û cam û deriyên xaniyên xwe bêhtir vekir hingî wê jiyan asayî bibe. Her wiha em bifikar in, ku gelo vîrûsa korona jî mîna grîbê bi enfeksiyoneke kêm wê dewam bike yan na. Bi dîtina min piştî meha Mijdarê dema ku hewa sar bû wê Covîd-19 dewam bike, lê belê hejmara nexweşan wê gelekî kêm bibe."