'Vexwendina Yildirim tê wateya destekkirina êrîşa li ser Efrînê'

Partiya Çep nerazîbûneke tund nîşanî vexwendina Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim da ku vê dema êrîş û komkujî li Efrînê tê kirin, Yildirim wê ji aliyê Merkel ve bê qebûlkirin. Roja Pêncşemê wê li dijî Yildirim çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.

16-18'ê sibatê wê li bajarê Munchen ê Elmanyayê Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya Navneteweyî bê lidarxistin. Lîderên 20 welatan û wezîrên karên derve û parastinê yên 80 welatan wê tevlî konferansê bibin. Ji Tirkiyeyê jî wê Serokwezîr Bînalî Yildirim û wezîrê karên derve yê rejîma AKP'ê Mevlut Çavûşoglû tevlî konferansê bibin.

Yildirim û Çavûşoglû wê beriya konferansê li paytext Berlînê ji aliyê Serokwezîra Elman Angela Merkel ve bên qebûlkirin. Serokwezaretiya Elman ragihand, ku civîna navbera Merkel û Yildirim wê roja 15'ê Sibatê saet 16'an bê lidarxistin û têkiliyên navbera her du welatan bên nirxandin.

Yek ji partiyên mûxalefeta Elman Partiya Çep nerazîbûneke tund nîşanî vexwendina Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim da ku vê dema êrîş û komkujî li Efrînê tê kirin, Yildirim wê ji aliyê Serokwezîr Merkel ve bê qebûlkirin. Parlamentera Partiya Çep Sevîm Dagdelen li ser serdanê daxuyanî da û got, "Qebûlkirina Yildirim li Berlînê tê wateya 'Em destekê didin şerê ku we li Sûriyeyê li dijî Kurdan dane destpêkirin' û nerazîbûn nîşan da."

'DIVÊ ELMANYA NEBE HEVPARÊ SÛCÊN TIRKIYEYÊ'

Dagdelen ji hikumeta Elman xwest ku plana modernkirina panzerên di destê Tirkiyeyê de ne bisekinîne û hin pêkanînan li ser rejîma Erdogan ferz bike. Dagdelen xwest hevdîtinên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê bên qedandin, alîkariya krediyê ya ji Tirkiyeyê re tê dayin bê birîn û leşkerên Elman ên li Tirkiyeyê ne tavilê werin vekişandin.

Wekîla Partiya Çep xwest ku Elmanya nebe hevparê sûcên Tirkiyeyê û got, "Divê çekên Elman ji leşkerên Tirk û çeteyên wan ên kujer re nebin alîkar ku hiqûqa navneteweyî bin pê dikin."

WÊ YILDIRIM BÊ ŞERMEZARKIRIN

Wekî din, ji bo şermezarkirina Serokwezîrê Tirk Yildirim wê roja Pêncşemê saet 12'an li ber avahiya Serokwezaretiya Elman çalakiyek bê lidarxistin.