Vêcarê jî keştiya diçe Îmraliyê xirabe ye!
Vêcarê jî keştiya diçe Îmraliyê xirabe ye!
Vêcarê jî keştiya diçe Îmraliyê xirabe ye!
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran dîsa bi hinceta ‘keştî xirabe ye’ hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç, Huseyîn Bogatekîn û Mehmet Devran Devrim, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Rayedarên dewletê dîsa bi hinceta ‘keştî xirabe ye’ serlêdana parêzaran a Îmraliyê red kir.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzerên Ocalan 2 sal û 74 rojin nikarin biçim Îmraliyê. Her tim bi hinceta keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaşe û destûra fermî ye çûna parêzeran tê astengkirin.