Vêcarê Erdogan xwe li siyaseta ‘talanker’ pêça
Vêcarê Erdogan xwe li siyaseta ‘talanker’ pêça
Vêcarê Erdogan xwe li siyaseta ‘talanker’ pêça
Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ku di protestoyên Parka Gezî de li diwarên berxwedanê ket, vêcarê xwe li siyaseta ‘talanker’ pêça. Erdogan weke ku meydanê nîşan bide da diyarkirin ku, du proje ji bo Taksîmê hene û got; “Em dê navenda çandê çêbikin. Erê em dê mizgeftê jî çêbikin. Ez naçim destûrê ji çend talankeran bigirim.”
Serokwezîrê Tirk Erdogan tevlî Lijneya Giştî ya Komeleya Turkên Rumelî ya li Navenda Kongreya Halîç pêkhat bû û vekirina avahiya nû ya Arşîvên Osmaniyan ya Midûriyeta Giştîya Arşîvên Dewletê bû.
Di axaftinên li vir de Erdogan pesnên avahiya arşîvan da û axaftin anî ser Parka Gezî. Her wiha gotinên giran gotin protestovanên li hember xirab kirina parkê derketin.
Erdogan gotina xwe ya heya niha di demê desthilatdariya xwe bi milyaran şitil û dar çandine û got; “Em dê qada Taksîmê bikin qada çûn û hatina bilingan û em dê bikin jî. Ew cih dê xilas bibe.”
Erdogan da zanîn ku, “Em nabin temaşevan ku, çend talanker bên qadan gelê me tehrîk bikin. Ji ber ku dema gel dengê xwe da me, ji bo em xwedî li dîroka xwe derkevin da me. Niha 300-500 kes hatin wir, em çêkirina pirê birawestînin? Evane li dijî tunelan jî derketin. Di hoy û exlaqê vana de nîne ku kevirekê danin ser kevirekê. Nizanim Erdogan dîktatore. Ez ne efendiyê vî gelî me. Di xwîna min de dîktatorî tuneye, ez xizmetkarê vî gelî me. Eger yên bixwazin li dîkatator bigerin bila li dîroka xwe binêrin.” Erdogan çavê xwe li terora ku polîsan meşandî girt û behsa cam û derdorê kir.
Di dewama axaftinên xwe de Erdogan aşkera kir ku, dê mizgefetekê jî çêbike û got: “înşala dê AKM xirab bibe. Em dê navendek ya çandê weke opera çêbikin. Li wir dengek hat. Erê em dê mizgeftê jî çêbikin. Ez naçim destûra vê ji serokê giştî yê CHP’ê bigirim, naçim ji çend talankeran bistînim. Yên ku deng dane me ji xwe rayeya vê dane me.”