Vaye navê 41 çeteyên ku dewleta Tirk şandiye Bakuyê

Dewleta Tirk a dagirker piştî Lîbyayê vê carê jî çeteyên xwe li dijî Ermenan şand Azerbaycanê. Navê 41 ji wan çeteyan ji aliyê ANHA'yê ve hate eşkerekirin.

Komên çete yên DAÎŞ, El Qaîdeyê û yên mîna wan ku dewleta Tirk destpêkê li dijî Kurdan bi kar anî û bi destê wan sûcên şer ên giran kir, piştî Lîbyayê şand Azerbaycanê.

Piştî ku di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li ser xeta sînor ji nû ve şer derket, dewleta Tirk li dijî Ermenan careke din kete nava liv û tevgerê.

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyên xwecihî yên li Efrînê, sibeha 22'ê Îlonê 50 endamên koma çete ya Sûltan Mûrat ber bi Azerbaycanê ve hatin şandin.

Navê 41 ji wan çeteyan wiha ne: Şeilan Merî Xelîl (1976) û navê dayikê Şewqa, Abdullah Sibhî ( 1984) û navê dayikê Emîna, Mihemed Abdurehman Kabî (1983) û navê dayikê Werdê, Mistefa Xalid El-Dîk (1999) û navê dayikê Enxam, Feysel Mihemed Ehmed ji Idlibê (1988) û navê dayikê Sûriye, Xalid Wehîd El-Cuma ji Keferroma (1997) û navê dayikê Emûn, Hesen Mihemed Sexîr (1980) navê dayikê Sekîna, Yezin Welîd Osman (1997) navê dayikê Fatma, Elî Mihemed Dewalîbî (1998) ji gundê Kefer Hemara û navê dayikê Fatima, Mistefa Mihemed El-Qedûr (1999) û navê dayikê Menar, Ehmed Şihadê Şirêdî (1988) û navê dayikê Şemsê, Mihemed Xendûr (1998) û navê dayikê Ezdehar, Hisên Abdulxaliq (1998) navê dayikê Fatma, Mihemed Îbrahîm Cuma (1994) û navê dayikê Hala Arif, Xalid Welîf Rehmûn(1992) û navê dayikê Sibhiya, Samir Abdullezîz Şobek (1994) û navê dayikê Emel, Izo Mehmûd Yusif (1998) û navê dayikê Emûna ji Kereroma ye, Yamin Welîd Abidîn(1996) û navê dayikê Amîna, Necim Nemir Xelîl ji bajarê Helebê (1980) û navê dayikê Sikera, Adil Abdurehman (1994) û navê dayikê Mihdiya, Abdullah Zehredîn Ecînî (1994) û navê dayikê Cemîla, Abdullezîz Mihemed Kabî(1980) û navê dayikê Edîba, Ehmed Abdunasir Mahir (1999) û navê dayikê Muna, Elî Abdullxaliq Hesûn(1997) û navê dayikê Fatima, Ehmed Feysel Îbrahîm (1999) û navê dayikê Behîca, Mihemed Ehmed Bezmanî (1992) navê dayikê Eyûş,  Abaullah Hesen Şobek (1985) û navê dayikê Hemîda, Xalid Mistefa Ebres (1984) û navê dayikê Meryem, Ehmed Îmad Bezara (1997) û navê dayikê Henaa, Hesen Kamil El-Eqdî (1998) navê dayikê Eyşê, Abdullah Abdullezîz Şobek(1997) û navê dayikê Emel, Izedîn Xidir Şakir (1977) û navê dayikê Meryem. Hemûd Îbrahîm (1998) û navê dayikê Cemîla, Abdulletîf Abdullqadir (1994) û navê dayikê Emîna, Ubeyda Abdurehman Nasir (1999) û navê dayikê Fatma, Nadir Musa Faris (1988) û navê dayikê Nebîha, Îbrahîm Mistefa Hemada (1998) û navê dayikê Îbtîsam, Berekat Mihemed Mihsin (1998) û navê dayikê Şikriya Bekiro, Basil Umer Mistefa (1997) û navê dayikê Fatma, Yusif Îbrahîm Cemal (1991) û navê dayikê Muîna, Cîhad Ehmed Hemewî û navê dayikê Nadiya û Miseb Hesen El-Hesen (1992) û navê dayikê Xezalê.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku dewleta Tirk amadekariyan dike ku çeteyên nû bişîne herêmê. Bi taybetî dixwaze 150 kesên di nava koma bi navê polîsê leşkerî yê dagirker a rejîma Enqereyê de cih digirin bişînin Azerbaycanê.

Dewleta Tirk meha Tebaxê jî herî kêm 275 çete ber bi Azerbaycanê ve şandibû.