Utamara: Bûyera li Essenê komkujiya jinê ye
Utamara: Bûyera li Essenê komkujiya jinê ye
Utamara: Bûyera li Essenê komkujiya jinê ye
Li bajarê Essen a Almanyayê kesê bi navê Cemîl G,li hevsera xwe û keça xwe Hatîce gule barand.Di encama gulebarandinê Hatîce ya 19 salî jiyana xwe ji dest da. Navenda Jinan a Utamara bertek nîşanê gotinên ‘mêrê ku cînet derbas kir’ da û got bi van gotinan kuştina jina rewa dikin û li dijî komkujiya jinan banga têkoşînê hat kirin.
Li bajarê Essen kesê bi navê Cemîl G (50) ku ji Semsurê bû di 14’ê tebaxê de hevsera xwe û keça xwe ya 19 salî Hatîce da ber guleyan. Munnever G bi giranî birîndar bû û Hatîce G jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
JI MAL HATIBÛ DURXISTIN
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Munevver G demek dirêj bû ji Cemîl G şîdet didît. Di encama vê de serlêdana destjêberdanê kir. Lê Cemîl G tehdît dikir, Munever serî li polîsan da. Li ser vê Cemîl ji malê hat durxistin.
KUŞTIN PIŞTÎ VÊ BIRYARÊ HAT
Munnever G li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê dide. Çapemeniya tirk û alman jî wek her tim bi gotinên ‘hevserê ku cînet derbas kir’ bûyer vegot.
Navenda Jinan a UTAMARA da zanîn ku gotinên vî rengî komkujiyên jinan rewa dike.
UTAMARA da zanîn ku gotinên wisa komkujiyê vedişêşre û got: “Bûyerê wek ‘cînet’ didin û ev bi tena serê xwe pirsgirêke. Çapemenî an jî civak vê wek cînetê dide. Xuyaye ku ev kurnaziya serdestiya mêr e. Her cureyê mafê tasarufê dane mêr. Ji jinê re bi awayekî vekirî tê gotin ku divê tu her tiştî mêr bêje pêk bînî.
Her wiha herî zêde jin ji mêrên nêzî xwe şîdetê dibînin. Komujiya li Essen vê careke din piştrast dike. Em hemû komkujiyên di şexsê jinê de li mirovahiyê tê ferzkirin şermezar dikin. Her wima divê em li dijî vê zîhniyetê têbikoşin.”