Ustundag: Di aşitiyeke nû de lihevkirinek nû ya civakî heye
Ustundag: Di aşitiyeke nû de lihevkirinek nû ya civakî heye
Ustundag: Di aşitiyeke nû de lihevkirinek nû ya civakî heye
Endama Hîndekariya Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Bogazîçî Alîkara Doç Dr Nazan Ustundag diyar kir ku PKK di qada çekdarî de gelek bi hêz e û ji ber vê yekê sererastkirina qanûnî tune be jî pêşbîniya dubarekirina sala 1999’an tune û wiha got: “Di pêvajoyên aştiyê de çarçoveyeke qanûnî ya ji bo baweriyê gelek girîng e. Aştî bê guman bingeha penameneke civakî ya nû ava dike.
Pêvajoya ku ji aliyê AKP’ê ve wekê ‘baş dimeşe’ tê vegotin, jig elek aliyan ve rastî bertekan tên. Her wiha komîsyona Aqilmendan jî ji bo ku tenê ji aliyê AKP’ê ve hatiye amadekirin tê rexnekirin.
Endama hîndekariya Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Bogazîçî Alîkara Doç Dr Nazan Ustundag, pêvajo ji ANF’ê re nirxand.
Ustundag diyar kir ku AKP partiyeke muhafazakare û diyar kir ku ne ji bo çepgiran,ne bo kurdan û ne jî bo daxwazên muxalîfan dê pêngavên erênî bavêje û got: “Yanî ez van rexneyan mafdar dibînim û divê bê kirin. divê ev bê fêmkirin; pêvajoya aştî an jî çareseriyê, ne pêvajoyeke ku li gorî AKP’ê bi rêve biçeye. Ev pêvajo, pêvajoya ku divê zemîna siyasî û qanûnî ya têkoşîna me bê avakirine. Û bi vê têkoşînê jî hatiye qezenckirin. Fikra min eve ku AKP ji bo ku di qadeke qanûnî de têkoşînê nekare bimeşîne, mahkumê avakirina vê pêvajoyê bûye.
JI BO EWLEHIYÊ ÇARÇOVEYA QANÛNÎ GIRÎNG E
Ustundag destnîşan kir ku ew girîngiyê didin komîsyonên hatine avakirin û got kêm be jî dê daxwazan bîne cih û wiha got: “Ji bo vekişîna gerîla ewlehiya qanûnî girînge. Îro ji dema 1999’an gelek cudatire. Gel gelek aktîfe û bixwe bawere. ligel girtinên siyasî, mewziyên girîng girtine. Li Meclisê siyaseta aktîf tê meşandin. Di qada çekdarî de PKK gelek bi hêze. Sererastkirina qanûnî neyê kirin jî, dubarekirina 1999’an ne mumkune. Wekê hemû Pêvajoyên aştiyê yên cîhanê divê Tirkiye jî çarçoveyeke qanûnî dane holê. ev gelek girînge.
DIVÊ AKADEMÎSYEN BIBIN YEK
Ustundag derbarê komîsyonan de jî wiha got: “Beriya her tiştî em hejmara kêm a jinan ya ji 12 ksan pêk tên rexne dikin. Her wiha em nestatubûna wan ya qanûnî jî rexne dikin. Li aliyê din ev rexne tiştekî biçûk naxîne. Li Tirkiyeyê komîsyonek wisa cara yekemÎne pêk tê. Ji ber vê rexneyên me ji bo başbûnê ye. em bang li jinan û akademîsyanna dikin ku bila ev kes bi me re bikevin têkilikiyê.
AŞTÎ PEYMANA NÛ YA CIVAKÎ YE
Ustundag di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bê guman aştî binesaziya peymaneke nû ya civakî dihundirîne. Ev peyman dê çiqas ji bo muxalîfan bi fêdebe, girêdayê têkoşîna kut ê dayîne. Ji ber vê divê em pêvajoyê bê rumet nekin û mekanîzmayên mudaxîlbûnê ava bikin.”