Ustundag: Daxwazên Gezî û pêvajoya çareseriyê heman daxwazin
Ustundag: Daxwazên Gezî û pêvajoya çareseriyê heman daxwazin
Ustundag: Daxwazên Gezî û pêvajoya çareseriyê heman daxwazin
Alk. Doç. Dr. Nazan Ustundag di forûma 'Berxwedana Gezî, Pêvajoya Çareseriyê û Pêşeroja Demokratîk a Tirkiyê' axivî û destnîşan kir ku daxwazên Gezî û pêvajoya çareseriyê heman daxwazin. Ustundag got, "Qadên danûstandinan û têkoşîna bêdewlet a li Geziyê derket holê, pêwendiya xwe bi pêvajoya çareseriyê re hene."
Li Taksîm Hîll Otelê forûma bi sernavê "Berxwedana Gezî, Pêvajoya Çareseriyê û Pêşeroja Demokratîk a Tirkiyê' destpê kir. Forûm ji aliyê yek ji 3 komîsyonên di Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Enqerê de hat avakirin, "Komîsyona Danûstandin, Civakîbûna Aştiyê û Siyaseta Demokratîk" ve tê lidarxistin.
Di forûmê de, li gel Parlamenterên Stenbolê û endamên Desteya Rêveber a HDK'ê Sirri Surreya Onder, Sebahat Tûncel û Levent Tuzel, endamên din ên Desteya Rêveber a HDK'ê, Hevseroka HDP'ê Fatma Gok, rojnamevan Nûray Mert, akademîsyen Mehmet Bekaroglû, Nazan Ustundag, gelek kes amade bûn.
Axaftina vekirinê ya forûmê ji aliyê endamê Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ender Îmrek hat kirin û bibîr xist ku, li dû berxwedana Gezî li 45 taxan forûm hatine lidarxistin. Îmrek ragihand ku li van forûman, ferasetên statukoparêz û netewperestan prîm nekirine, berovacî alîgirên aştî, biratî û wekheviyê derketine pêş. Îmrek diyar kir ku wan êrîşa li Licê li dijî gelê Kurd hatiye kirin, di hemû forûman de nirxandin.
Dûre Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder mafê axaftinê wergirt û rewşa tevgera çep nirxand. Onder ji bo tevgera çep gotina "doktorê nekarî teşhîsê deyne" bikar anî û diyar kir ku ji ber vê yekê nekarî dermankirinê jî pêk bîne
Onder da xuyakirin ku, ji bilî tevgera siyasî ya Kurdan ti kes-hêz pêvajoya rûbirûbûnê û hesapgirtin û pirsînê nejiyane û hiyareşî neguheriye. Onder anî ziman ku piraniya pirsgirêkan ji vê derdikevin holê.
'ÇEPGIRAN PÊŞDÎTINA GEZÎ NEKIRIN'
Onder ragihand ku yên ji berxwedana Gezî re pêşengî kirin mirovên ji kevneşopiya çepgir a siyasî tên e û anî ziman ku ne rêxistinên çepgir ne jî HDK'ê pêşdîtina vê mijarê nekarî bikin. Onder got, "Gelo rêxistinbûyînên me çima pêşdîtina vê nekirin. Qadeke bi vî rengî heye û em nikarin wê dorfireh bikin. Çarçoveya dengên em distînin diyar e, ji aliyekî ve veguheriye tevgereke bi doza xwînê."
Onder nirxandinên ku dibêjin berxwedana Gezî li dijî pêvajoya aştiyê ye rexne kir û got, "Yên li wesayeta leşkerî digerin, li mîtîngên cûmhûriyetê digerin, bila li rêxistinbûyîneke AKP'ê binêre, wê wan bibînin. Kurdan ev fêm nekirin. Lê belê bi daxuyaniyên ji Ocalan û KCK'ê hatin re, ev nêrîn hatiye guhertin."
Onder da xuyakirin ku daxwazên pêvajoya çareseriyê di Parka Gezî de ne û got, "Aştî, wê ji aliyê gelan ve pêk were. Eger gel di nava xwe de aştiyê pêk nîne, aştî ji jorê ve bê jêrê, ew aştî wê mayînde nebe. Em di firsend û pêvajoyeke girîng de ne ku dikare hevdu temam bikin. Ez di wê baweriyê de me ku Konferansa me wê van baş binirxîne, sentezekê biafirîne û rê veke."
"ME QADÊ DANÛSTANDIN Û TÊKOŞÎNÊ YA BÊDEWLET DÎTIN"
Alîkar Doç. Dr. Nazan Ustundag jî da xuyakirin ku berxwedana Gezî cihekî girîn di têkoşina pêvajoya çareserî û aştiyê de girtiye û got, "Divê em daxwazên demokratîkbûyînê yên li Gezî û pêvajoya Çareseriyê, bi qadên danûstandin û têkoşîna bêdewletê re, bi hev re binirxînin û têkiliya hevpar destnîşan bikin. Ya herî bedew ji Geziyê derket holê, qadên têkoşîn û danûstandinan ên bêdewletê bû."
Ustundag axaftina xwe weha dewam kir: "Li Tirkiyê gelek derdor dixwazin bibin perçeyek ji pêvajoya aştiyê. Daxwazên Kurdan weke daxwazên xwe dibînin. Divê em nîqaş bikin, ka dînamîkên civakî yên li Geziyê derketiye holê bi çi rengî bi dînamîkên li herêmê re bikin yek."
Ustundag ragihand ku li Tirkiyê gelek derdor dixwazin li navenda pêvajoya çareseriyê cih bigirin û got, "Dixwazin bi hev re biaxivin, nîqaş bikin. Daxwazên Kurdan ên demeke dirêje tînin ziman, mîna daxwazên xwe dibînin." Ustundag destnîşan kir ku pêkanîna vê têkiliyê gelekî girîng e.
Ustundag da xuyakirin ku mijara din a girîng heqîqate û bibîr xist ku Waliyê Stenbolê li bajarên herêmê wezîfe kiriye. Ustundag diyar kir ku rûbirûbûna bi heqîqatan re bi tenê pirsgirêka Kurdan nîne, pirsgirêka herkesên li rojavayê welêt dijîne û got, "Yên duh Kurd binpê dikirin, îro wê vir binpê bikin, Waliyên mêtînger wê werin li Stenbolê bibin Walî. Ev têkiliya organîze, yekser derket holê. Hem weke daxwazekê hem jî mîna pêdiviyekê derket holê."
Ustundag diyar kir ku mijara sêyemîn jî demokrasiya temsîlkar e û destnîşan kir ku Gezî di heman demê de dijderketina li rêveberiya ji navendekê ye û got, "Li Geziyê hat gotin; hûn nikarin HES'an çê bikin, hûn nikarin darê me bibirin, hûn nikarin qereqolan çê bikin."
"GEZÎ LÊPIRSÎNA PERGALA ZAYENDÎPEREST BÛ"
Nazan Ustundag ragihand ku yek mijarên girîng ên di pêvajoya çareseriyê de derket holê ew e ku jin li navenda pêvajoyê cih digirin û di civakîbûna aştî û demokratîkbûyîna civakan de xwedî roleke girgîn e. Ustundag da xuyakirin ku beşdariyeke xurt a jinan li berxwedana Gezî çê bû û got, "Geziyê nîşan da, ku divê pergala zayendîperest bê lêpirsîn û ev yek şertê jêneveger ê demokratîkbûyînê ye."
Ustundag got, "Divê em gotûbêj bikin ku em çawa dikarin dînamîkên civakî yên li Gezî derketiye hoLê bi dînamîkên civakî yên li Kurdistanê derketiye holê bînin gel hev."
BEKAROGLÛ: GOTINÊN 21'Ê ADARÊ LI AMED'Ê Û GEZIYÊ JI HEV CÛDA NÎNIN
Mehmet Bekaroglû jî di axaftina xwe de got, "Du aliyên vê pêvajoyê hene, ya yekemîn pirsgirêka Kurd a Ocalan di nameya xwe de behs kir, ya duyemîn jî danîna çekan e. Beramberî daxuyaniyên aliyê Kurd, wezîfeyên dewletê yên mîna rakirina înkarê heye, ku divê bicih bîne. Tiştên di 21'ê Adarê de li Amedê hatin gotin û yên li Geziyê hatin gotin, ji hev cûda nînin. Eger em karibin giyana Geziyê hinekî din belav bikin, ez bawerim wê garantiya pêvajoya çareseriyê bibe ev."