Ursula von der Leyen bû Seroka Komîsyona Ewropayê

Ursula von der Leyen bû seroka Komîsyona Ewropayê ku berî demeke dirêj bavê wê lê wezîfedar bû.

Ursula von der Leyen ne tenê li Elmanyayê, li tevahiya Ewropayê piştî Angela Merkel weke siyasetmedara herî naskirî dihate dîtin. Ji bo Leyen siyaset 'pîşeyê bav' e. Von der Leyen ku keça Ernst Albrecht e, ji xeta siyasî ya bavê xwe derneket û di temenê ciwantiyê de tevlî Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) bû. Albrecht yek ji malbatên elît ên Elmanyayê ye. Navê wan hem di bazirganiyê de hem jî di siyasetê de tê bihîstin.

Albrecht di navbera salên 1976-1990'î de serokwezîrê Eyaleta Saksonya Jêrîn bû. Di salên 1950'î de li paytexta Belçîka Brukselê li Komîsyona Ewropayê ataşe bû. Di sala 1958'an de keça wî Ursula ji dayik bû. Ursula di 13 saliya xwe de vegeriya Elmanyayê û di lîseyê de perwerdeya arkeolojiyê wergirt. Li zanîngehê jî di beşa aboriyê de xwend. Lê belê di destpêka salên 1980'î de dest bi perwerdeya tipê kir û sala 1987'an perwerdeya xwe temam kir.

Ursula sala 1986'an bi Prof. Heiko von der Leyen re zewicî û 7 zarokên wan çêbûn. Mîna Albrecht'an Von der Leyen jî yek ji malbatên elît ên Elmanyayê ye. Ursula von der Leyen demekê li klînîka jinan weke doktora asîstan xebitî û sala 1990'î bû endama CDU, piştre di nava partiyê de pêl bi pêl bilind bû û xwe gihand asta rêveberiyê.

Von der Leyen di sala 2004'an de bû endama Desteya Rêveber a CDU, di sala 2010'an de jî bû alîkara seroka giştî. Ji sala 2005'an û vir ve piştî ku partiya wê bi serokwezaretiya Angela Merkel bû desthilatdar di nava hikumetan hemûyan de hebû.

Ji sala 2005'an heta 2009'an Wezîra Malbatê, Extiyaran, Jin û Ciwanan, ji sala 2009'an heta 2013'an Wezîra Karên Civakî û Xebatê û herî dawî di nava her du hikumetên dawiyê yên Merkel de Wezîra Parastinê bû.

Di dengdana doh de ya ji bo serokatiya Komîsyona Ewropayê, Ursula von der Leyen bi 9 dengên zêde li Bruksel a ku lê ji dayik bû ji bo serokatiya Komîsyona Ewropayê hate hilbijartin.

Gelek karên zehmet ên mîna trajediya li Derya Spî, pêla koçberên qaçax, aboriya hevpar û têkiliyên bi şîrketên mezin re, têkiliyên bi rejîma Erdogan re li pêşiya Ursula von der Leyen e.