Ulusoy: Hikûmetê li Meclîsê kir

Partiya Soyalîst a Bindestan (ESP) êrîşa li dijî hevberdevkên HDK’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu ya li TBMM’ê pêk, şermezar kir.

Hevseroka ESP’ê Sultan Ulusoy, bertek nîşanê êrîşa duh li TBMM’ê li dijî Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu pêk hat, da.

Ulusoy êrîş wek pêkanîna ‘pakêta ewlehiya hundir’ nirxand û da zanîn ku di heman saetan de serokkomar Tayyîp Erdogan gotinên ‘dema hewce be esnaf polîse, dadgere’ bikaraniye û li ser vê gotinê esnafan li Kadikoyê rojnameger Nuh Koku bi kêrê kuştiye.
Ulusoy di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev êrîş pergala AKP’ê pir zelal nîşan didin û wiha berdewam kir: “AKP ya li kolanê li gelê me, li meclisê êrîşê berdevkên me dikin, pergala zilmê ye. AKP ji hêza HDP’ê ditirse.  Lê her hesabê êrîşên faşîzan ya ku bê dayîn heye. Bêguman ev pergal wê li dijî hêza yekbûyî hilweşe û biçe.

Ez ji Birêz Sebahat Tuncel û Birêz Ertugrul Kurkçu re derbasiyê dixwazin û dibêjim têkoşîn wan têkoşîna me ye.”