Ukrayna di navbera Ewropa û Rûsyayê de hat parvekirin
Ukrayna di navbera Ewropa û Rûsyayê de hat parvekirin
Ukrayna di navbera Ewropa û Rûsyayê de hat parvekirin
Ukraynayî, girtina serokwezîrê berê Yulîa Tîmoşenko û ji ber ku peymana bazirganiyê bi YE’ê re nehetiya îmzekirin protesto dike. YE, diyar dike ku Ukrayna di encama zextên Rûsyayê de peymana hevkariyê îmze kirine.
Bi banga serokwezîrê berê Yulîa Tîmoşenko yê di girtîgehê de ye, re li Qada Serbixwe girseyeke qelebalix civiyan û biryar aku hikûmetê girtiye protesto kirin.
Tê payîn ku protesto dê bidomin û komên mudaxalîf roja yekşemê ji bo xwepêşendanên mezin xwe amade dikin.
ZEXTÊN ABORÎ
Rêveberiya ku Ukraynayê ku dê bi YE’yê re Peymana Hevkariyê îmze bikira, biryar da ku bi Moskovê re zêdetir nêz bibe û ev helwesta Ukraynayê rastî bertekên alîgirên Ewropayê hatin. YE’yê jî ji bo îmzekrina peymana hevkariyê şerta ku dê desturê bidin serowezîrê berê Yulîa Tîmoşenko li welatekî din bê tedawîkirin
Rayedarên hikûmeta Ukraynayê diyar kirinku li dijî zaruriyeta aborî çareyek wan ya din tuen û got tercîha wan ya di alî Moskovoyê de jî tenê ji ber sedemên aborî ye.
Berdevkê YE’yê da zanîn ku pêşeroja Ukraynayê girêdayê têkiliyên nêz yên YE’yê ne û got peymana hevkariyê dê piştgiriyê bide reform û modernbûna Ukraynayê.
Serokwezîrê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, da zanîn ku ev helwesta YE’yê ji bo ku Ukraynayê bike bin zexta xwe ye. Putîn got Ewropayiyan, Ukrayna tehdît kiriye û xwepêşendan jî bi piştgiriya YE’yê pêk tên.
BI HEZARAN DI XWEPÊŞENDANÊ NE
Li aliyê din bi hezaran kesî rêveberiya Kîev bi hinceta ku terciha xwe li aliyê Rûsyayê kiriye, protesto kir. Rêveberê muxalefetê serokê Partiya Udar Vîtalî Klîçko got; Ukrayna aydê Ewropayê ye û dê bibe welatekî demokrat.em bi hev re dikarin vê hikûmetê pêşve bibin.
Parlamenterên muxalîf jî biryar protesto kirin.