Uçar: Delîl ji me hatin veşartin

Uçar: Delîl ji me hatin veşartin

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Bindestan Sezîn Uçar, diyar kir ku di operasyona girtina 14 ESP’iyan de polîs û dozger usûlên xwe yên darizandina taybet berdewam kirine û got: “Delîl jî ji me hatin veşartin."

Uçar ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku piştî rakirina dadgehên taybet der barê usûlên darizandina taybet de jî sererastkirin hatine kirin, lê polîs û dozgeran di lêpirsîna dawî ya ESP’ê de li gorî van sererastkirinan tevnegeriyane.

Uçar bi lêv kir ku ew bûne şahid ku ekîbên Şaxa Têkoşîna bi Terorê re û dozgeriyê dest ji pêkanînên berê bernedane û got: “Bi sererastkirina dawî re nikare biryara veşariyê bidin ser dosyayê.  Lê mixabin ji dosyaya ku 41 rûpelî ya ji îfadeya şahidekî veşarî pêk tê tenê 17 rûpel nîşanî me dan. Beşeke mezin a 17 rûpelan jî bi şerîdên spî hatine girtin. Weke ku li ser dosyayê biryara veşariyê heye delîl nîşanî parêzeran nedan.

Uçar di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li Sancaktepe û Sultangaziyê bi ser avahiya navçeya ESP’ê de girtin û deriyê wan hatin şikandin. Li gel ku hiqûqî ye jî nehiştin kesek ji partiyê yan jî parêzer di avahiyê de hebe.

Uçar da zanîn ku di dema lêgerînê de çekên xwe ber bi pitikên 20-25 rojî ve kişandine û got: “Di dema binçavkirinan de îşkence û pêkanînên xerab jî hatin jiyîn. Esasa lêpirsînê îfadeyên çeteyan ava kirine. Têkoşîna ku ESP li Taxa Gazî li dijî çeteyan û jirêderketinê dimeşîne polîs, çete û dozgeran nerehet dike. ESP’ê di meha Hezîranê de li Taxa Gazî li gel cihekî ku madeyên tiryakê tên firotin kon vedan û xebatên agahdarkirinê meşandin. Xebatên teşîrkirina tiryakfiroşan kir. Vê jî dewlet, çete û polîs nerehet kirin.”

Parêzer Uçar got ku divê dozger bi îfadeyên çeteyan bawer nekiriba, ji ber ku ESP li dijî tiryakfiroşan têdikoşe.