Uca: Adrêsa çareseriyê Îmrali ye!

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Feleknas Uca got, ''Li dijî dagirkeriyê û dijminatiya li dijî gelan divê çareseriya demokratîk were avakirin. Adrêsa vê çareseriyê jî Îmrali ye.''

Alîkara Hevserokên Giştî ya Berpirsa Karê Derve ya HDP'ê Felaknas Uca got, "HDP ne tenê ji bo gelê Kurdistanê û Tirkiyê, ji bo gelên Ewropayê jî hêvî ye. Ji ber vê hem li qada civakî û hem jî navneteweyî xwedîderketineke mezin ji bo HDP'ê heye.''

Uca zext û zordariyên li ser HDP'ê, jinan, nûçegihanan bi bîr anî, li gel vê jî li kongreyê diyar bûye ku xwedîderketineke mezin ji bo HDP'ê heye. Uca got, "Xwedîderketina li HDP'ê ne tenê xwedîderketina li fikrên HDP'ê ye. Ev her wiha xwedîderketina li projeya ji bo jiyaneke azad a Rêzdar Ocalan e."

'YEKÎTİYA GELÊ KURD DIVÊ PÊŞÎ LI ÊRÎŞAN BIGIRE'

Uca êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur, Rojava û Başûr bi bîr anî û got, ''Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk destkeftiyên gelê Kurd kiriye hedefa xwe. Li dijî van êrîşan divê helwesteke netewî were nîşandan. Yekîtiya gelê Kurd divê pêşî li van êrîşan bigire.''

'ADRÊSA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE'

Uca bi berdewamî got li dijî dagirkeriyê û dijminatiya li gelan divê çareseriyeke demokratîk were danîn û got, ''Adrêsa vê çareseriyê li Imraiyê ye. Di hevdîtina dawî de Rêzdar Ocalan got, ''Em li eynî cihî ne. Heke dewlet bixwaze em dikarin vê pirsgirêkê di nav heftiyekê de çareser bikin''. Rast e, kilîda çareseriyê bi Rêzdar Ocalan re ye. Ev pirsgirêk bi dagirkirinê, bi qeyûm û girtinan çareser nabe. Divê li ser peymanên ku di Newrozên 2012, 2013, 2014'an de hatine dayin siyaset were kirin.''