Tuzel: Di vê pêvajo baş bê nirxandin û gavên erênî bên avêtin
Tuzel: Di vê pêvajo baş bê nirxandin û gavên erênî bên avêtin
Tuzel: Di vê pêvajo baş bê nirxandin û gavên erênî bên avêtin
Parlamenterê Stenbolê Levent Tuzel di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de nirxandin kirin. Tuzel xwest hikûmet pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka hebûna gel bigire dest û bedela heta niha dayî jî li ber çavan bigire û gavên çaresekiyê bavêje.
Parlamenterê Stenbolê yê serbixwe Levent Tuzel di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd û hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li meclisê civîna çapemeniyê pêk anî. Tuzel anî ziman ku, demek dirêje ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo li ser bingeha aştiyê bê çareserkirin nîqaş tên meşandin. Tuzel da zanîn ku, hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re hevî daye derdorê û wiha got: "Heyecanek çêkiriye û gel piştgiriyê dide vê hevdîtinê. Her kes dixwaze li Tirkiyeyê aştî pêş bikeve û pirsgirêka Kurd li ser bingehê aştiyê çareser bibe.
Tuzel destnîşan kir ku, divê Serokwezîr Erdogan ku ser navê dewletê berpirsyara daye ser milê xwe, divê têkiliya xwe ya BDP'ê û siyasetmedarên Kurd re rast bike. Ji bo pirsgirêka Kurd daxwaza gel a azadiyê çareser bibe, divê vê pêvajoyê baş binirxîne û gavên erênî bavêje. Ev pêvajo zehmete û dê dirêj berdewam bike. Divê her kes hêviyên xwe biparêze û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Divê hikûmet li ser bingehê netewbûna gelê Kurd nêzîk bibe û hurmetê ji bedel û nirxên gelê Kurd re nîşan bide. "
Tuzel xwest AKP dest ji polîtîka û zextên li hemberî siyasetmedarên Kurd û BDP'ê berde û dest ji gotinên "Terorê" berde. Tuzel xwest êdî hikûmet gavên ku baweriyê dide gel bavêje. Tuzel xwest hikûmet dest ji gefan berde û bûyera Parîsê jî ronî bike.