Birayê Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welatê Rihayê Mahmut Tutal Abdulkadîr Tutal yê ku ji bo hevdîtina birayê xwe diçû Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê di ketina girtîgehê de hatibû binçavkirin. Tutal piştî îfadeyên dozgeriyê serbest hate berdan.
Birayê Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welatê Rihayê Mahmut Tutal Abdulkadîr Tutal dema ku duh ji bo hevdîtina birayê xwe diçû Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê di ketina girtîgehê de ji ber di dozekê de îfade nedaye ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin. Tutal piştî sewqî Edliyeya Edeneyê hate kirin, îfade dan dozgeriyê û serbest hate berdan. Di derbarê Tutal de bi îdîayên "Li hemberî karmendê peywir dikir derket" û "Propagandeya rêxistinê" lêpirsîn hatibû vekirin.