Tûrsûn: Heta ku ev rayeyên polîsan hebe wê cînayet neqedin

Serokê Weqfa Baran Tûrsûn, Mehmet Tûrsûn diyar kir ku ji ber polîtîkaya cezadayinê tune şîddeta polîsan jî zêde dibe.

Baran Tûrsûn di sala 2007’an de li Îzmîrê bi hinceta ku polîsan ew hişyar kiriye raweste lê ew ranewestiyaye ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Bavê wî Mehmet Tûrsûn li ser navê wî weqfek ava kir. Tûrsûn şîddeta polîsan ji ANF’ê re nirxand.

Tûrsûn diyar kir ku li Tirkiyeyê ji ber polîtikaya cezanedayinê û rayeyên polîsan hatiye zêdekirin, şîddeta polîsan jî zêde bûye. Tûrsûn bal kişand ser vî tiştî ku ji sala 2007’an heta 2020’an 403 kes ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin û van kesan qet şîddet li polîsan nekirine û bi polîsan re şer nekirine.

Tûrsûn got ku “Piştî cînayetê dema polîs diçe ber dadgehê, polîs dibêje ku min rayeya xwe ya gumanbariyê bi kar aniye. Bi vê gotinê re ser meseleyê tê girtin. Ji ber vê jî polîs nakevin nav tirsa ku ew ê ceza lê were birîn û ji kar were avêtin.”

POLÎSÊN KU KURÊ MIN QETIL KIRIN HÊ JÎ LI SER PEYWIRA XWE NE

Tûrsûn bal kişand ser vî tiştî ku dema mirov li doza 403 kesan dinihêre dibîne ku ji sedî 99’ê van polîsan beraat kirine yan jî li wan cezayên pere yên sembolîk hatine birîn. Tûrsûn diyar kir ku polîsên kurên wî qetil kirine 2 sal û mehek ceza li wan hatine birîn û a niha li ser peywira xwe ne.

Tûrsûn bal kişand ser vî tiştî ku li Tirkiyeyê dema polîs şîddetê dike, walî û wezîr û saziyên fermî yên dewletê dikevi dewrê û daxuyaniyên şaş didin. Tûrsûn got ku “Rêxistinên civakî yên sivîl jî bandora wan zêde tune. Dema rêxistinên civakî radibin pêyan di nav civakê de jî piştgiriyek pêk tê. Lê li Tirkiyeyê tiştekî wisa tune. Dema rêxistinên civakî, sendîka û partî pêşengiyê nekin, refleksek ava nabe.”