Turk û Gur li Washingtonê ne

Turk û Gur li Washingtonê ne

Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk û parlamenterê BDP'ê Nazmî Gur, ji bo hin danûstandinan hatin Emerîkayê û li vê derê ji aliyê gel ve bi gulan hatin pêşwazîkirin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê Ehmed Turk û berpirsyarê Karên Derve yê BDP'ê parlamenterê Wanê Nazmî Gur, der heqê pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin û bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn, hatin paytexta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Washingtonê.

Turk û Gur li balafirgeha Dulles a Washingtonê, ji aliyê rayedarên civaka Kurd û nûneriya BDP'ê ve bi gulan hatin pêşwazîkirin. Li dû pêşwazîkirinê, Turk û Gur derbasî otêla lê bimînin bûn û wê ji roja duşemê û pê ve di çarçoveya serdanên xwe yên 3 rojan de bi derdorên hukûmetê, senator, rêxistinên civakî yên sivîl, rojnamevan û Kurdên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dijîn re, li hev kom bibin.

Ehmed Turk û Nazmî Gur wê roja duşemê saet di 19.00'an de bi resepsiyonek li Marrîot Hotelê ya ji bo civaka Kurd a li Emerîkayê, destpê bi bernameya xwe bikin û pêvajoya aştiyê rave bikin. Turk û Gur her weha wê beşdarî bernamey taybet a Radyoya Dengê Emerîkayê bibin û piştî hevdîtinên berfireh ên roja sêşemê, wê di 24'ê Gulanê de vegerin Tirkiyê.