Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk, bersiv da Serokwezîrê Tirk Erdogan û wiha got: "Divê tenê ji kurdan hesasiyetê nexwazin. Divê her kes û hemû alî di vê pêvajoyê de hesas tev bigerin."
Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk û Parlamanterê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk, di derketina koma Meclisê ya BDP'ê de bertek nîşanî helwesta Serokwezîrê Tirk Erdogan da û wiha got: "Erdogan bêyî ku navê min bide ez rexne kirim û xwest em hesas tev bigerin. Li aliyekî Erdogan ji me hesasiyetê dixwaze, li aliyê din bombeyan dibarîne. Divê tenê ji me hesasiyetê nexwaze. Ev pêvajo du alî dimeşe. Divê ew jî bi heman hesasiyetê tev bigerin. Li cihekî ger ku lêgerina aştiyê hebe li aliyê din barandina bombeyan ne raste. Bêyî ku tiştek hebe 50 balefirên şer biçin herêmê bombebayan bibarînin baweriya civakê dihejîne. Min fikrê xwe anî ziman. Divê tenê ji kurdan hesasiyetê nexwazin. Divê her kes heman hesasiyetê nîşan bide. 30 salin êş tên jiyan kirin. Di vê pêvajoya ku dibêjin hesas tev bigerin û bombeyan dibarînin bê gûman dê gotinên me jî hebin."
Turk aşkera kir ku, çûna heyeta duyemîn ya Îmraliyê girêdayî destûra Wezîrê Dadê ye.