Turk: Divê gelê kurd ji bo serkeftina şoreşê hemû yek bin
Turk: Divê gelê kurd ji bo serkeftina şoreşê hemû yek bin
Turk: Divê gelê kurd ji bo serkeftina şoreşê hemû yek bin
Hevserokê KCD'ê Ehmet Turk ku bi heyeta BDP û KCD'ê re ji bo ziyareta konê sersaxiyê yê kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim Şervan Muslim ê di pevçûnên bi çeteyan re de jiyana xwe ji dest dabû derbasî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bû, diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa hemû Kurdistanê ye û banga yekîtiyê li partiyên siyasî kir.
Heyete BDP û KCD'ê ku ji 10 kesan pêk tê û di nava wan de Hevserokên Giştî yên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kşanak, hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmet Turk û Aysel Tugluk jî hene, di saetên nîvro de ji Deriyê Sînor ê Kobanê (Murşît Pinar) derbasî Rojava bûn û ji aliyê rayedarên Desteya Bilind a Kurd, PYD û Meclîsa Gel ve hatin pêşwazîkirin.
Heyet piştî pêşwazîkirinê derbasî navenda PYD'ê ya Kobanê bû. Li vir Ehmet Turk û berpirsyarê PYD'ê Nurî Mehmed daxuyanî da çapemeniyê.
'DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ NAKOKIYAN DEYNIN ALIYEKÊ'
Ehmed Turk di axaftina xwe de cangoriyên şoreşa Rojava bibîr anîn û ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê serkeftin xwest. Turk, destnîşan kir ku serkeftina şoreşa Rojava di heman demê serkeftina hemû perçeyên Kurdistanê ye, lewre şoreşa Rojava şoreşa hemû Kurdistanê ye.
Turk bang li partiyên siyasî yên Rojava jî kir ku ji bo yekîtî û berjewendiya gelê kurd têbikoşin. Turk her wiha ji partiyan xwest ku nakokî û berjewendiyên şexsî hemuyan deynin aliyekê, yekîtiyê xurt bikin û piştgiriyê bidin hêzên YPG'ê.
Turk, destnîşan kir ku ew hertim piştgiriya gelê Rojava dikin û dê vê piştgiriya xwe bidomînin.
Hevserokê KCD'ê Turk, li ser êrîşên komên çete û hêzên piştgiriya wan dikin jî rawestiya û diyar kir ku dewleta Tirkiyê piştgriyê dide komên çete yên ku êrîşî Rojava dikin û ev helwesta Tirkiyê şermezar kir.
Berpirsyarê PYD'ê Nurî Mehmud jî keyfxweşiya xwe ya ji bo serdana heyetê û piştgiriya gelê Bakûrê Kurdistanê ya ji bo Rojava anî ziman.
'DIVÊ GELÊ KURD YEK BIN'
Piştî daxuyaniyê heyet derbasî konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YPG'ê û kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim Şervan Muslim hatiye vedan bû. Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk li vir jî axivî û li ser şehadetan axivî. Turk got ku Şervan Muslim şehîdê gelê kurd e. Turk bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê kurd û got divê ji bo serkeftina şoreşê gelê kurd hemû yek bin.
Hevserokê BDP'ê Seleheddîn Demîrtaş jî axivî û malbatên şehîdan silav kirin. Demîrtaş destnîşan kir ku şoreşa Rojava gihîştiye asta jor, û got ku ew wekî partî vê şoreşê pîroz dikin û piştgiriyê didin.
DAYÎKA ŞERVAN: EZ AMADE ME ÇEKA KURÊ XWE HILÎNIM
Dayîka Şervan Muslim Ayşe Efendî jî axivî û got ku, di roja şehadeta kurê xwe û rojên piştre de jî qasî temenê xwe hemuyê bi awayekî xurt rawestiyaye. Ayşe Efendî got ku ew amadeye ku çeka kurê xwe hilîne û wiha dom kir: "Em heta dawiyê piştgiriya YPG'ê dikin. Ger ku em piştgiriyê nedinê, wê komên çete bikevin Rojava. Divê hemû kes helwesta xwe diyar bike."
JI DAYIKÊ BO ERDOGAN: BES E DILÊ DAYIKAN NE ŞEWITÎNE
Heyeta BDP û KCD'ê piştî serdana konê sersaxiyê çû Goristana Şehîdan a li gundê Termik. Li vir piştî rêzgirtinê, Ayşe Efendî axivî û bang li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan kir. Ayşe Efendî wiha got: "Tu çiqas piştgiriya komên çete yên ku êrîşî ser Rojava dikin bikî jî, em ê van sînoran ji holê rakin û hesabê ji te bixwazin. Bes e êdî dilê dayikan neşewitîne."
Piştî goristanê heyet çû ziyareta avahiya nexweşxaneya bajêr ku hîn tê çêkirin. Heyet piştî vê ziyaretê jî vegeriya Bakûrê Kurdistanê.