Tûran: Heta ku pereyê gel li şer bê xerckirin, aborî sererast nabe

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Ridvan Tûran diyar kir ku heta polîtîkaya şer bi dawî nebe û demokrasî neyê avakirin, têkçûna aboriyê wê neyê rawestandin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ku Komîsyona Aborî û Çandiniyê Berpirsyar Ridvan Tûran li ser têkçûna aboriya Tirkiyeyê li navedan giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Tûran got, "Hîn mehek di ser hilbijartinê re derbas nebûye, lê welat ketiye nava lepên tengaviyeke aborî ya mezin ku ji ya beriya niha girantir e" û wiha dewam kir, "Aboriya Tirkiyeyê aboriyeke welê ye ku nepêkane bi Supermenan bê sererastkirin. Aboriya Tirkiyeyê tenê bi polîtîkayeke aboriyê ya alternatîf, bi hilberîneke alternatîf û polîtîkaya parvekirinê dikare sererast bibe."

Tûran anî ziman ku daneyên nerast ên TUÎK'ê bi xwe jî radixin pêş çavan bê enflasyona xurekê di ser rêjeya ji sedî 50'î de ye û got, "Halbûkî rêjeya rasteqîn ji vê gelekî zêdetir e."

Tûran ragihand ku polîtîkayên heyî karê çandiniyê aniye ber qedandinê û got, "Polîtîkaya ku xwe dispêre peydakirina çavkaniyan ji derve, wê Tirkiyeyê bêhtir deyndar bike, bêhtir xizan bike."

'BUDÇEYA GEL JI ŞER RE TÊ XERCKIRIN'

Tûran got, "Kûrbûna krîz'ên aboriyê desthilatdaran naguherîne, lê otorîterîzmê kûr dike" û wiha dewam kir, "Qet nebe demên faşîzmê yên li Îtalya û Elmanyayê mînakên şênber ên vê yekê ne. Krîzên aboriyê nabin sedema guhertina desthilatdariyan, dibe sedem ku meylên li ser berfirehkirina otorîterîzmê zêde bibin."

Tûran destnîşan kir ku armanc û karê wan ê sereke ew e ku enflasyonê kêm bike, hatineya xizanan û kedkaran sererast bikin û got, "Ev jî bi demokrasiyê dibe. Bi plankirina hilberîna demokratîk dibe."

Ridvan Tûran diyar kir ku ew baş zanin bê aborî çawa dikare bê sererastkirin û got, "Em hemû bi hev re dibînin ku çavkaniyên ji şer, semaye, ÎHA, SÎHA re têne xerckirin eger ji xizanan re bê xerckirin wê aborî sererast bibe, her kesê kêfxweş bibe."