Tûran: Êrişa li dijî karkerên Kurd, encama polîtîkaya AKP-MHP'ê ye
Berdevkê Komîsyona Çandiniyê ya HDP'ê Ridavn Tûran diyar kir ku êrişên li dijî karkerên Kurd encama polîtîkayên AKP-MHP'ê ye.
Berdevkê Komîsyona Çandiniyê ya HDP'ê Ridavn Tûran diyar kir ku êrişên li dijî karkerên Kurd encama polîtîkayên AKP-MHP'ê ye.
Berdevkê Komîsyona Çandiniyê ya HDP'ê Ridvan Tûran li ser êrişên nijadperestiyê yên li dijî karkerên Kurd daxuyaniyek da.
Tûran diyar kir ku êriş û hewldanên lînçkirinê yên li Sakaryayê li dijî karkerên Kurd hatin kirin, encama polîtîkayên nijadperestiyê û cihêkar ên desthilatdariya AKP-MHP'ê ne û got, "Bi sed hezaran kedkarên Kurd ji bo karibin debara xwe bikin her sal weke karkerên demsalî yên çandiniyê koçî bajarên cuda dikin. Karkerên çandiniyê yên demsalî bêyî ewlehiyekê bi mûçeyekî herî kêm tên xebitandin û keda wan tê xwarin."
Ridvan Tûran ragihand ku pêwîstî bi polîtîkayên ku şert û mercên jiyanê û kar ên karkerên çandiniyê bên sererastkirin. Tûran got, "Jiyan û mercên kar ên karkerên çandiniyê yên demsalî bi qasî ku ji gotinên nefretê û mêtingeriya desthilatdariya AKP'ê re neyên hiştin, girîng in."