Tûra nû ya hevdîtinên Cenevreyê wê 21'ê Çileyê pêk were

Tûra nû ya hevdîtinên Cenevreyê ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî li ser krîza Sûriyeyê tên kirin, wê 21'ê Çileyê pêk were.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Fransayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên mûxalîf, tûra nû ya hevdîtinan wê 3 rojan dewam bike.

Ev hevdîtin wê beriya Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ya li Soçî pêk were. Kongreya li Soçî ya bi pêşengiya Rûsyayê tê plankirin ku 29-30'ê Çileyê were lidarxistin.

Tûra heyştemîn a hevdîtinên Cenevreyê ku Kanûna 2017'an pêk hat, bi rengekî bê encam di demeke kin de qediya bû.

Komên ku weke mûxalefetê hatin pêşkêşkirin, weke şertê pêşî gotibûn ku divê Beşar Esad biçe û cihê xwe di pêvajoya derbasbûnê de negire. Şandeya Şamê jî ev daxwaz red kiribû.

Heft tûrên beriya wê yên Cenevreyê jî bê encam mabûn. Ji bo ti ji hevdîtinên li Cenevreyê yên Neteweyên Yekbûyî Kurd nehatibûn vexwendin.