Tundiya polîsan di 4 rojan de 2 can stend, 76 binçavkirî
Tundiya polîsan di 4 rojan de 2 can stend, 76 binçavkirî
Tundiya polîsan di 4 rojan de 2 can stend, 76 binçavkirî
Polîsên ku di desthilatdariya AKP'ê de ji bêcezakirinê sûdê werdigirin, di 6'ê Kanûnê de li Geverê du kes qetil kirin. Rêxistinên mafên mirovan nerazîbûna "kuştina bê daraz" nîşan dan. Ji vê êrîşê û vir ve di nava 4 rojan de herî kêm 76 kes ji ber sedemên siyasî hatin binçavkirin.
9'ê Kanûnê: Li Antalyayê, polîsan û nîjadperestan êrîşî xwendekarên Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê kirin. Polîsan 10 xwendekarên komkujiya li Geverê protesto dikirin, girtin binçavan. Li Geverê jî, Hevserokê BDP'ê yê Şemzînanê Cabbar Taş dema ji biçe sersaxiya malbata Îşbîlîr ket ser rê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Dîsa li Şemzînanê li ber deriyê Avahiya Hikûmetê zarokekî 15-16 salî yê nav nehat zanîn, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
8'ê Kanûnê: Xwepêşandana protestoyî ya li Qersê hat lidarxistin, rastî tundiya polîsan hat. Di xwepêşandanê de 35 kes hatin binçavkirin. Di xwepêşandanên heman rojê yên li Amedê de jî 15 kes û li Agiriyê jî danê êvarê xwendekarek ji ber sedemeke ne diyar, hat binçavkirin.
Her wiha hekîmên xwestin li pêlikên Parka Gezî daxuyaniyê bidin çapemeniyê radestî destwerdana polîsan hatin. Di vê ragehişiyê de nûçegihanê ETHA'yê Emrah Îlîngî bêyî sedemek were nîşandan, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî ku hemû wêneyên di makîneya wî ya wêneyan de hat jêbirin, polîsan ew berdan.
7'ê Kanûnê: Li navçeya Bêdlis Tetwanê xwendekarên bi navê Serhat Yildiz û Savaş Aydin piştî hatin binçavkirin, hatin girtin û li girtîgehê hatin bicihkirin."
6'ê Kanûnê: Li navçeya Dêrsim Pulirê di encama serdegirtinên malan de 6 jê xebatkarên BDP'ê 7 kes hatin binçavkirin. Di heman rojê de Xwendekara Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Stenbolê Tûgçenûr Ozbay, li ber fakulteya li Beyazitê bi lêdanê hat binçavkirin.
DI MEHA MIJDARÊ DE 260 ENDAMÊN BDP Û HDK'YÊ HATIN BINÇAVKIRIN
Di hefteyên dawî de girtin û binçavkirin zêde bûn. Li gorî Meclîsa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di nava meha Mijdarê de di encama operasyonên li hemberî endamên BDP û HDK'ê de 260 kes hatin binçavkirin, 87 ji van hatin girtin. Meclîsê diyar kir ku di destpêka meha Kanûnê de jî endamên Meclîsa Ciwanan a Rihayê ya BDP'ê Hîkmet Yaygin, Leşker Akman û endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Kûtbettîn Saltan hatin girtin.
Li Şirnex û navçeyên wê jî di nava mehekê de 20 jê zarok 36 kes hatin girtin û hat tespîtkirin û di dema serdegirtinên malan de maf hatine binpêkirin. Parêzer Rojhat Dîlsîz da xuyakirin bi taybetî biryarên girtina zarokan, rê li ber fikaran vedikin.