Tuncel: Me tecrîd rakir dor hat azadiya Birêz Ocalan

Tuncel: Me tecrîd rakir dor hat azadiya Birêz Ocalan

Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel têkildarî hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de pêk tên nirxand û wiha got: "Me bi têkoşîna dayî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rakir. Niha jî bi berxwedanê em dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêk bînin."

Rêxistina BDP'ê ya Çekmekoy şevê din li Salona Dawetê ya Sancaktepe ya Karaca şahiya gel li dar xist. Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak, Endamê MYK'ê yê BDP'ê Hayrî Ateş, Serokê Rêxistina CHP'ê yê Çekmekoyê Murat Cîrav, endamên ESP'ê û gelek welatî tevlî şahiyê bûn. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir û slogana "Şehîd namirin" hate qîrîn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Çekmekoyê Mehmet Arinç axaftina vekirinê kir û diyar kir ku, polîtîkayên dewletê yên li ser gelê Kurd dimeşîne tu encamê nagire, Arinç anî ziman ku, gelê Kurd êdî nayê xapandin û wiha got: "Kurdan gelek ast derbaz kirin. Kurd hatin asta êdî xwe rêvebibin." Pişt re peyama Serokê Rêxistina BDP'ê yê Çekmekoy ê berê Mehmet Emîn Ayaz ê girtî hate xwendin.

'AFIRENÊRÊ TÊKOŞÎNÊ BIRÊZ ABDULLAH OCALANE'

Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak jî diyar kir ku, polîtîkayên dewletê yên li hemberî kurdan pêktên şaşe û li hemberî wan dê berxwe bidin û wiha got: "Tu caran polîtîkayên dewletê yên tunekirinê me ji riya me venaqetînin. Li gel şaşitiyan heke Kurd têkoşîna xwe bidin, jin têkoşîna xwe bidin, elewî têkoşîna xwe bidin û kesên bindest têkoşîna xwe bidin sedema vê afireneriyê Birêz Abdullah Ocalane"

'HER TIM DEWLETÊ SABOTE KIR'

Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî bal kişand ser hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê û wiha got: "Bi têkoşîna me dayîn tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan me rakir. Niha ji bi berxwedanê em dê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azad bikin. Ji bo aştiyekî mayînde divê hemû kes ya dikeve ser milê wan bike. CHP ji bo tevkariyê bide aştiyê ji hikûmetê re bêje 'li vir gelek heye divê bi ziman û çanda xwe bijî' Hevdîtinên di sala 2010'an de di navbera Birêz Ocalan û dewletê de hatin kirin ji aliyê dewletê ve hatin sabotekirin. Kurdan tu caran aştî sabote nekiriye. Lê Kurd şer jî baş dizanin. Komkujiya Lîceyê nîşaneya dewletê ya aştiyê sabote dike ye." Di dema axaftinê de slogana "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.

Piştî axaftinan Agirê Jiyan, Dengbêj Xalîde û Ugur Batur derketin ser dikê.