Tûncel: Eger vîna we ya çareseriyê heye, ev operasyon çi ne?

Tûncel: Eger vîna we ya çareseriyê heye, ev operasyon çi ne?

Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê Sebahat Tûncel, diyar kir, ku hikûmeta AKP'ê bi operasyonên qirkirina siyasî yên demên dawî re polîtîkayên rewşa awarte dimeşîne û got, "Eger di pêvajoya çareseriyê de vîna we hebe, hûn çima operasyonên qirkirina siyasî dikin? Çima pêşî li siyaseta demokratî nayê vekirin? Çima pêşî li vê nayê vekirin, çima polîtîkaya li ser Rojava nayê guhertin?"

Li dû çalakiyên destekkirina berxwedana Kobanê ya 6-8'ê Cotmehê, di operasyonên qirkirina siyasî de bi hezaran kes hatin binçavkirin û bi sedan kes hatin girtin. Piştî operasyonên li Kurdistan û Tirkiyeyê, li gorî daneyên HDP'ê di nava meha dawî de 3000 kes hatin binçavkirin, nêzî 600 jê hatin girtin.

Me ev operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî siyaseta Kurd û bandora vê li pêvajoya çareseriyê ji Parlamentera HDP'ê û Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel pirsî.

'EV POLÎTÎKAYA REWŞA AWARTE YE'

Tûncel diyar kir ku polîtîkayên zextê yên hikûmeta AKP'ê bi berfirehî dewam dikin û got, "Ji bo eciqandina mûxalefeta di berxwedana li Kurdistanê de derket holê, li aliyê din ji bo bêdengkirina hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, êrîş tên kirin. Di meha dawî de bi hezaran mirov hatin binçavkirin. Zêdeyî 500 mirov hatin girtin. Ev hemû bi awayekî zelal nîşan didin, ku AKP polîtîkayên rewşa awarte, dimeşîne."

Tûncel da xuyakirin, ku weke HDK ew van operasyonan şermezar dikin û got, "AKP a ku ji aliyekî ve li ser pêvajoya çareseriyê nirxandinan dike, îdîa dike ku li dû pêvajoyê ye. Polîtîkayên zextê û qanûnên ewlekariyê yên AKP'ê, ji bo bêdengkirina mûxalefeta civakî ne."

'AKP A POLÎTÎKAYA WÊ YA LI SER ROJAVA TÊK ÇÛ, LI DÛ RANTÊ YE'

Tûncel got, "Bi berxwedana Kobanê re, polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya li ser Rojava têk çû. Xwedîderketina gelê Kurd li Kobanê, polîtîkaya AKP'ê têk bir" û axaftina xwe wiha dewam kir: "AKP jî weke rêbazeke gefxwarinê, zext û polîtîkayên zordariyê bikar tîne. Di medyayê de der barê van girtin û binçavkirinan de gotinek bi tenê jî nîne. Di vê mijarê de Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş dem bi dem raporan pêşkêş dike. Weke HDP em dixwazin balê bikşînin ser vê. Diyare hikûmeta AKP dixwaze ev polîtîka neyê dîtin û mîna ku her tişt di rê de ye, li pêşiya pêvajoya çareseriyê ti astengî nîne, dixwaze pêvajoyê li gorî xwe bimeşîne. Dixwaze ji bo hilbijartinan veguherîne rantekê."

Tûncel da zanîn ku ew li Amedê û gel ji AKP'ê gelekî nerazî û bi hêrs e û anî ziman ku AKP li aliyekî behsa çareseriyê dike, li aliyê din jî pêla girtinan dimeşîne. Tûncel ragihand ku AKP bi rêzdarî nêzî nirxên Kurdan nabe û bal kişand ser zexta leeşkeran a li ser sînor li mirovan tê kirin. Tûncel diyar kir ku li Kurdistanê du polîtîkayên cuda hene û destnîşan kir, ku ev rewş li herêmê rê li ber nerazîbûna mirovan vedike.

ÇARESERÎ NEBE, GAV NEYÊ AVÊTIN WÊ ÇAWA ÇAWA BÊDENG BIBE!

Tûncel der barê "bêçekbûyînê" ya di nexşerêya hikûmeta AKP'ê de cih digire de ev nirxandin kir: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji roja destpêkê ve gotiye; eger çareserî pêk were, hikûmet gavê biavêje çek dikare li derve bê hiştin. Di hemû hevdîtinan de, di civînên bi heyeta me re, ev hatiye ziman û bi raya giştî re hatiye parvekirin."

'DIVÊ PÊWÎSTIYA MUZAKEREYÊ BICIH WERE ANÎN'

Tûncel got, "Di vir de pirsgirêk ne tevgera Kurd, ne gotinên birêz Ocalan in. Ji destpêkê ve behsa sê qonaxan hat kirin. Ev qonax jî weke vekişîn, avêtina gavên pêbaweriyê û bêçekbûyîn, hat diyarkirin. Tevgera Kurd gava destpêkê ya para wê bû, avêt. Lê dewletê heta roja îro gav neavêtiye. Dewletê hînê dest ji helwesta xwe ya mijûlkirinê, helwesta dûrî baweriyê, bernedaye. Li parlamentê qanûnek derket, em nabêjin ne girîng e, lê ji bo pêşî li siyaseta demokratîk were vekirn, ti gav nehat avêtin. Di 15'ê Cotmehê de Birêz Ocalan got ku derbasbûna muzakereyê ye. Lê belê dema mirov li muzakere û avakirina heyetên nû dinêrin, tê gotin ku pirsgirêk tinehe, lê ji aliyê dewletê ve ti xebatek hatiye destpêkirin nîne. Bi dîtina min nîqaşa pêvajoyê li ser vê mijarê, xwedî pirsgirêk e. Di vir de meseleya bingehîn a gotinên tevgera Kurd e, pirsgirêk AKP ya ku gotinên xwe bicih nîne, ye. Ya girîng ew e ku wê gavên demokratîk bixin meriyetê yan na."

'EGER VÎNA WE HEYE, ÇIMA PÊŞÎ LI SIYASETA DEMOKRATÎ NAYÊ VEKIRIN'

Tûncel pirsa "AKP beriya pêvajoya hilbijartinê, wê bi gotina 'em li dû ne' pêvajoyê mijûl bike yan na?" pirsî û bal kişand ser rewşa xumamî ya rêveçûna pêvajoyê. Tûncel got, "Divê dest ji vê helwestê bê berdan û mijarên li ser li hev hatiye kirin, bicih bên aînin. AKP, berxwedana 6-8'ê Cotmehê hincet nîşan daye û pêvajo daye sekinandin. Du meh bi gel da windakirin. Ji nû ve wê ev nîqaş bên destpêkirin. Dema heyet biçe divê muzakere bi awayekî fermî destpê bike. Divê ev hebe. Lê helwesta AKP'e ya mîna ku her pirsgirêk çareser kiriye, ti pirsgirêk nîne, helwesteke xapînok e. Eger di pêvajoya muzakereyê de vîna we hebe, hûn çima operasyonên qirkirina siyasî dikin? Çima pêşî li siyaseta demokratîk nayê vekirin? Çima pêşî li vê nayê vekirin, çima polîtîkaya li ser Rojava nayê guhertin?" û xwest AKP destpêkê bersivê bide van pirsan.

'DIVÊ AKP BI BERPIRSYARIYA VÊ HÊVIYA AFIRANDIYE RE RABE'

Tûncel da zanîn ku AKP'ê der barê pêvajoya çareseriyê de hêviyek afirandiye û mirov li pêşberî vê hêviyê li benda çareseriyê sekinîne. Tûncel bal kişand ser pêkanînên antî demokratîk ên AKP'ê û destnîşan kir ku AKP'ê baweriya bi xwe winda kiriye. Tûncel diyar kir ku ji ber vê yekê hêrsa gel a ji ber vê yekê di berxwedana 6-8'ê Cotmehê de derketiye holê û got, "Divê AKP bi berpirsyariya hêviya afirandiye re rabe."