Tuncel: Dewleta rastiya xwe nebîne wê ji çêkerên parelel rizgar nebe
Tuncel: Dewleta rastiya xwe nebîne wê ji çêkerên parelel rizgar nebe
Tuncel: Dewleta rastiya xwe nebîne wê ji çêkerên parelel rizgar nebe
Hevseroka Giştî a HDP’ê Sebahat Tuncel pevçûnên Cemaat û AKP’ê yên ku her diçe bi belgeyên li peyhev derdikevin zêde dibe ji ANF’ê re nirxand. Tuncel ku diyar kir pevçûnên di navbera herduyan ku li ser pênûsên medyayên alîgir derdikevin di rastiyê de ev tenê pevçûnên desthilatdariyê ne tiştek din nîne nirxand û wiha got: “Wê dîsan yên bibin perîşanên vî şerî wê çînên gel bin.” Tuncel ku diyar kir aliyên şer tenê wê Tirkiyê ber bi karesatekê ve bibin û got ku: “Dewleta ku bi rastiya xwe re rû bi rû nebe wê nekaribe ji karên din yên cuda cuda ku her diçe zêde dibe, xwe rizgar bike.”
Tunce ku bi bîr xist ev ne şerekî nûye û demekî dirêje berdewam dike, wiha got: “ Weke ku herî dawiyê di nûçeyên di derbarê anketên derketin holê, li Tirkiyê beşekî ku azadî û demokrasiyê asteng dikin, çêkerekî ku li gora xwe li ser mêzeyan mirovan bi kartînin, çêkerekî parelel heye û em bi teybetî jî tevgera kurd weke BDP, HDP- HDK bi dehan caran me bal kişande ser van xalan û derxistin holê.”
DISAN WÊ HESABA WÊ JI GEL BÊ STANDIN
Tuncel pevçûnên herî dawî yên aligirên AK- Cemeetê ku di çapemeniyê de deng da diyar kir ku li pişt van şeran ji dervey şerê desthilatdariyê zêdetir tiştekî din nîne. Tuncel bal kişande ser ku ev pevçûn tenê ne dinava Cemeet û AKP’ê deye, hemû civakê eleqe dike û wiha got: “Herî dawiyê nîqaşên ku li ser dersxaneyan hatin kirin û di rastiyê de jî li ser pêşeroja bi hezaran xwendekaran bandor çêkir, pevçûnên ku li ser şêwe dayina dadgeh, rêveberiya emniyetê ev hemû vedigerine ser civakê. Çêkera civakî ya ku dixwezin şeklekî bidenê li ser me ferz dikin. Ji ber vê yekê dîsan wê qurbanên van şeran beşên civakê bin.”
Tuncel ku diyar kir ji ber van sedeman pêwiste ku ev şerane weke “hevdû dixwen” bê xwendin û wiha got: “ Raste hevdû dixwen. Lê di vê navberê de ev kesane civakê jî dixwen. Ev pirsgirêkekî cidîye. Lê tişta ku tê zanîn wê ev pevçûn hîn kûrtir bibe.”
YÊN ALÎGIRÊN AZADIYÊ NE PÊWISTE BIKEVIN TEVGERÊ
Tuncel diyar kir ku tenê tişta ji vir derdikeve rêzdayina demokrastî, azadî, mafên gelan û şefftiye, ji ber vê pêwiste çêkerên parelel yên dewletê bi dawî bibin û rêya vê jî tenê bi rû rûbûna dewletê ya li gel rastiya xwe re derbaz dibe. Tuncelê herî dawî wiha got: “Dewleta ku bi komkujiya Dersimê, Maraşê, Sîvasê, soykirima Ermeniyan û Roboskî re rû bi rû nebe, pêşeroja xwe nikare ji vê çêkera parelel rizgar bike. Ji ber vê pêwiste kesimên ku aligirên demokrasî û azadiyê bikevine dewreyê.”