Tuncel: AKP hedef dike ku jinan hepsê malê bike
Tuncel: AKP hedef dike ku jinan hepsê malê bike
Tuncel: AKP hedef dike ku jinan hepsê malê bike
Hevseroka HDP’ê Sebahat Tuncel bertek nîşanê Pakêta Îstîhdama Jinê ya ku ji aliyê AKP’ê ve hatiye amadekirin, da û got: “Ev pakêt hem jinê dike hêza erzan a kar û hem jî hedef dike ku jinê hepsê malê bike.”
Pakêta Îstîhdama Jinê ya ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatiye amadekirin dê di rojên pêş de li Meclisê bê nîqaşkirin. Tê fikirîn ku xebat li gorî bendewariyên patronên saziyan hatiye amadekirin, ji ber ku ligorî rêbazên xebatên pêwistiya karkerên bê ewle û erzan dê wisa bê çareserkirin. Rêxistinên ked û jinan vê sererastkirinên wek têkçûna xeyalan bi nav dike.
Hevseroka giştî ya HDP’ê Sebahat Tuncel ji ANF’ê re axivî û got: “Ev pakêt bi perspektîfeke ku keda jinê tune bike, jinê wek hêza erzan a kar dibîne hatiye amadekirin. Dema ev tê kirin di heman demê de jinê hepsê malê jî dike. AKP ne wek kesek azad, wek çanda dayikbûnê nêzî jinê dibe. AKP dê ji aliyê jinan ve bê îtîrazkirin. Di vê mijarê de divê bi rêxistinên jinan re muzakere bikira. “
DI NAVA JINAN DE DÊ BETALÎ ZÊDE BE
Tuncel diyar kir ku ev dê betaliya jinan jî zêde bike û wiha got: “Li tirkiyeyê piraniya patronan mêrin. Hemû jî polîtîkaya karê dimeşînin. Ji ber vê jî ev sererastkirin dê tercihek bide ber patronan. Ji bo jinan dê qada xebateke ku şert û mercên wê nebaş bê vekirin. Em bi sererastkirineke neyînî re rû bi rû ne.
AKP di demên dawî de polîtîka û gotinên xwe yên negatîf yên der barê jinan de zêde kiriye. Di warê nasandina jinê de pirsgirêk hene. Dibêjin bila 3-5 zarokan çêbikin. Ev jî nîşaneya vê bû. Em der barê vê sererastkirinê de hem li kolanê û hem jî li meclisê dê muxalefet bikin. Em bang li AKP’ê dikin ku bila pakêtê betal bike.”