Tulay Hatîmogûllari li Hatayê çû serdana malbatên kesên hatine qetilkirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku bi wesîleya cejnê çû Hatayê, malbatên kesên hatin qetilkirin ziyaret kir.

SERDANA CEJNÊ

Hevseroka Giştî ya  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya bernameya Cejna Remezanê de çû serdana Hatayê. Tulay Hatimogûllar û heyeta pê re destpêkê çûn serdana malbata xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz a li Taxa Ekîncî ya Antakyayê ku di çalakiyên Geziyê de hatibû qetilkirin.

Dayika Korkmaz Emel Korkmaz ku heyet pêşwazî kir kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û got, "We di vê cejnê de em bi tenê nehiştin. Ez spasiya we hemûyan dikim. Me ji hevgirtinê hêz girt."

Tulay Hatîmogûllari, jî wiha got: "Em li mala malbata Alî Îsmaîl Korkmaz in. Wateya berxwedana Gezî, bi rêxistin û hevgirtineke xurt a bi malbatên me re ji tevahiya Tirkiye û cîhanê re hate vegotin. Me tu carî şehîdên Geziyê ji bîr nekir. Me ti carî Alî Îsmaîl, Ahmet Atakan û hemû şehîdên Gezî ji bîr nekir û em ê wan ti carî ji bîr nekin."

Hatîmogûllari û heyeta pê re piştre jî çûn serdana Ahmet Atakan ku di dema çalakiyên Geziyê de hatibû qetilkirin, Halîl Aksakal (Mazlum Aktaş) ê di 18’ê Gulana 2015’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest da û Okan Pîrînç ku di êrîşa DAÎŞ’ê ya li dijî Pirsûs a Rihayê de jiyana xwe ji dest dabû. Di serdanan de cejna malbatan hate pîrozkirin.