Tulay Hatîmogullari: Em ê şaredariyên xwe bi gelê xwe re biparêzin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di mitîngê de axivî û diyar kir ku divê qeyûm demildest dest ji pewirê berdin û got: “Ev darbeyek siyasiye. Em ê şaredariyên xwe bi gelê xwe re biparêzin.”

Mitînga ku bi tevlibûna deh hezaran li dijî desteserkirinê vînê a di 3’yê Hezîranê de ya li Şaredariya Colemêrgê hate kirin li bajêr tê lidarxistin didome.

Hevseroka Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di mîtînga li Colemêrgê ya li dijî desteserkirina vînê de axivî.

Hatîmogûllari da zanîn ku ji roja ewil de li dijî qeyûman têdikoşin û wiha got: “Em ji roja ewil de berxwe didin. Em li dijî qeyûman li dijî kesên ku îradeya me dizîne berxwe didin. Em li dijî dijhiqûqiya Enqereyê berxwe didin. Erdogan bixwe îtîraf kir. Got ev ne qanûniye. Got me hiqûqa xwe pêk aniye. Gelê me berxwe dide. Gel li dijî qeyûman xwedî li îradeya xwe derdikeve. Gel vê darbeya siyasî qebûl nake.”

‘DARBEYA SIYASÎ YE’

Hatîmogûllari her wiha daxuyakirin ku her tim bi êrîşa polîsan re tên rû hev û got: “Lê me gav paşve neavêt, me her tim li qadan li ber xwe da. Ew dibêjin tu eleqeya qeyûmê bi darbeyê re nîne. Ev darbeyek siyasiye. Em vê qebûl nakin. Em şaredariyên xwe li her derê ji bo demokasî, mafê mirovan, pêşeroja welat, gelên Tirkiyeyê biparêzin. Em ê şaredariyên xwe bi gelê xwe re biparêzin. Em nav gelê xwe dene. Em ê bi gel re birêve bibin. Hemû hevşaredarên me, endamên meclîsa şaredariyan wê 24 saet di xizmeta gel de bin. Em ê bersiva herî mezin bi vî awayî bidin zîhniyeta qeyûmê.”

‘HETA PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE EM Ê AZAD NEBIN’

Hatîmogûllari da zanîn ku sedema tayînkirina qeyûman pirsgirêka Kurd e û wiha got: “Pirsgirêka Kurd ku yek ji astengiyên herî mezin ya li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye, heta ku bi diyaloga siyasî neye çareserkirin li Tirkiyeyê ne Kurd, Tirk, Ereb, Laz û Çerkes azad nabin. Ji ber vê yekê em ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêbazên aştiyane û demokratîk têbikoşin. Bijî wekheviya gelan bijî yekitiya gelan. Em ji bo kesên li dijî qeyûman têdikoşin spasiyên xwe dikin.

Hatîmogûllari destnîşan kir ku divê demildest qeyûm ji wezîfeyê bê girtin û wiha got: “Cihê darbekaran li wir nîne. Bila qeyûm demildest dest ji pewyirê berdin. Em ê bi piştevanî û berxwedanê biserkevin. Bijî berxwedanê me”