Tulay Hatîmogûllari: Divê tecrîda li Îmraliyê bidawî bibe

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Divê di vê cejnê de deriyên dîyalogê bên vekirin û tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari bi boneya Cejna Remezanê li Edeneyê bi partiyiyan û gel re hate gel hev û cejn pîroz kir. Pîrozbahî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê hat lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar û welatî tev li bûn. Hatîmogûllari, bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û got ku ew hewl didin vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bikin. Hatîmogûllari, diyar kir ku ew ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwînê û bidawîkirina êş û eleman têdikoşin û bal kişand ser “lûtkeyên şer” ên AKP’ê.

Tulay Hatîmogûllar, bal kişand ser komkujiyên li Fîlîstînê tên kirin û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer da.

Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku gel şer naxwazin û wiha got: "Gelên me aştî û aramiyê dixwazin. Gelên Tirkiyeyê dixwazin pêvajoyeke wiha bê destpêkirin. Lewma em di vê roja mibarek a cejnê de careke din hêviya xwe ya aştiyê û pêşîlêgirtina rijandina xwînê tînin ziman. Divê êdî li vê erdnîgariyê dengê çekan neyê. Em dixwazin li ser vê xakê di nava aştî û aramiyê de bijîn. Û hêvîdarim ku weke gelên Tirkiyeyê em bikarin mafê hemwelatiya wekhev pêk bînin ku her kes bi bîr, bawerî, nasname û zimanê xwe bijî. Têkoşîn û hewldana me ji bo vê ye.”

Hatîmogûllari wiha got: “Weke DEM Partiyê em careke din cejna we pîroz dikin. Hêvîdarin ku ev cejn bibe wesîleya aştî û xwişk-biratiyê. Divê di vê cejnê de deriyên dîyalogê bên vekirin û tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin. Bi van hest û ramanan ez cejnê li tevahiya gelên me pîroz dikim.”