Tu jî tevlî kampanyaya îmzeyan a li dijî Eutelsatê bibe!

KCDK-E’yê li dijî şîrketa Eutelsatê ku bi fermana Tirkiyê weşana Med Nûçe û Newroz TV da rawestandin kampanyaya îmzeyan da destpkêkirin û bang kir ku her kes tevlî vê kampanyayê bibe.

Di daxuyaniya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê de wiha tê gotin:

‘’Eutelsatê şermezar bike! Li dijî girtina weşanê ya Med Nûçe û Newroz TV tu jî îmzeya xwe bavêje kampanyaya dijî Eutelsatê!

KCDK-E’yê bi mebesta şermezarkirina biryara Eutelsatê ku bi fermana dewleta Tirk weşana Med Nûçe û Newroz TV girt, li ser malpera www.protest-eutelsat.com ‘ê kampanyaya îmzeyan daye despêkirin.

Ji bo şermezarkirina vê biryara dij-demokratîk û ji bo berteke girseyî ya herî mezin were nîşandan em bang li hemû Kurdistaniyan, dostên wan dikin ku bi çalak û xurt tevlî kampanyayê bibin.

Em bang dikin ji bo  ku malpara www.protest-eutelsat.com ‘ê li ser medyaya civakî, li ser malperên sazî û dezgehan berbelav bikin her kes seferber bibe.’’