TTB ji bo Îmralî li benda bersiva Wezareta Edaletê ye

TTB ji bo Îmralî li benda bersiva Wezareta Edaletê ye

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza heyetekî serbixwe ya dixtoran kir, TTB’ê serlêdan kir û li benda bersiva Wezareta Edaletê ye. Sekreterê Giştî yê Yeketiya Tabîbên Tirk (TTB) Bayazit Îlhan destnîşankir ku, pêwîste wezaret bersivekî erênî bide û diyarkir ku, ev hem mafekî zagoniye, hem jî dikarin bi vî awayî pêşî li fikarên rayagiştî bigirin.

Di rojên borî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina li gel birayê xwe Mehmet Ocalan de balkişandibû ser pirsgirêkên xwe ên tenduristî û ji bo Îmraliyê heyetekî serbixwe ya dixtoran xwestibû. Ocalan ev tişt ji birayê xwe re gotibû: “Di çav, dev, difin û qirika min de şewatekî ku dibêjî qey îsot pêve birine heye. Di devê min de peqûşkên biçûk çêbûne. Hertim ji çavên min rondik tên. Pêwîste heyetek serbixwe ya dixtoran bê û tehlîlên min bigire. Pêwîste tesbît bikin ku ka ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji çi digirin.”

‘MAFÊ HEYETÊN SERBIXWE HEYE KU KONTROLÊ LI CIHÊ HEYÎ BIKE’

Sekreterê Giştî yê Yeketiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Bayazît Îlhan ji ANF’ê re axivî û bibîrxist ku roja Yekşemê ji bo heyetek serbixwe biçe Îmraliyê bi awayek fermî serî li Wezareta Edaletê dane û got; “Pêwîste heyetek ya dixtorên pispor ên nexweşiyên hundir, difin, guh û qirikê biçin Îmralî û li wî cihî tehlîlan bigirin. Me ji bo vê yekê serlêdan kir û hêjan ji Wezareta Edaletê tu bersiv ne hatine. Pêwîste ev heyeta serbixwe di derbarê rewşa tenduristiyê de raporekê amade bike.”

Dr. Îlhan destnîşan kir ku, yek ji sedemên ku li girtîgehên Tirkiyeyê di bine sedemê pirsgirêkên tenduristî rû bidin, şert û mercên tecrîdê ne û diyarkir ku, “Di nav de Abdullah Ocalan jî heyî mafê tenduristiyê yê hemû girtiyên di girtîgehan de hene. Herwiha mafê heyetên serbixwe yên kontrolê jî heye.”

‘LI ÎMRALIYÊ PEYWIRDARÊN TENDURISTIYÊ HENE, NABE HINCET’

Dr. Îlhan da zanîn ku, “Têkildarî rewşa li Îmraliyê pêwîste rayagiştî hişyar be. Ev mijar hem di rayeya Yeketiya Tabîbên Tirk de ye û hem jî di berpirsyartiya wê de ye. Herwiha ji ber giliyên ku di rayagiştî de hatin kirin, me heyetekî serbixwe avakir û serlêdan kir.” Dr. Îlhan got: “Li Girtîgehan pirsgirêkên cidî ên tenduristiyê rû didin. Herî dawî me li Pozatli û Şakranê dît. Weke din jî gelek îdiayên ku nexweşên penceşêrên nayên derman kirin hene. Têkildarî van mijaran jî me bersivên erênî ji Wezareta Tenduristî û Wezareta Edaletê negirtin.”

Sekreterê Giştî yê TTB’ê Dr. Bayazit Îlhan da diyarkirin ku, ew dê di derbarê serlêdana xwe ya Îmraliyê de hinceteke weke “ji xwe peywirdarên fermî ên tenduristî hene” qebûl nekin. Dr. Îlhan da zanîn ku, “Ji xwe pêwîste bersiveke weke ji xwe peywirdarên tenduristiyê hene û çavdêriya tenduristiyê dikin neyê. Li hemû welatên demokratîk destûr têdayîn ku rêxistinên pîşeyî heyetên serbixwe ava bike û li cih kontrolê bike. Weke ku min niha jî got; ger mînakên wekî Girtîgehên Pozantli û Şakaranê hebin, pêwîste hincetek wisan neyê girtin. Eger destûrê nedin vê, dê di rayagiştî de fikar zêde bibin. Ji ber vê pêwîste heyeta me ya serbixwe biçe li cihê mijara gotinê kontrolê bike, raporekê amade bike û fikaran xilas bike. Ger ev bê kirin dê rê li rageşiyê jî bê girtin. Em hêvî dikin ku, Wezareta Edaletê bersiveke erênî bide.”

‘GER DESTÛR NEYÊ DAYÎN DÊ MIJAR BIÇE QADÊN NAVNETEWÎ’

Dr. Îlhan aşkera dike ku, pirsgirêkên tenduristî ên Ocalan birêya birayê xwe gotî, pêwîste li ser bên rawestandin û got: “Giliyên di van mijaran de biçûk nayên dîtin. Serê wan nayê girtin. Pêwîste her giliyekî di derbarê tenduristiyê de û daxwazek wî ya di vê mijarê de cidî were girtin.”

Sekreterê Giştî yê TTB’ê Dr. Îlhan ragihand ku, eger bersivekî nerênî bêdayîn, ew dê bi rêxistinên mafê mirovan re mijarê lêkolîn bikin û bibin qada navnetewî, ew dê aliyê mafê mirovan de ji nîqaşê re vekin.