TŞYG: Çalakiya li Gîresûnê ji aliyê milîtanên me ve hatiye kirin

TŞYG'ê diyar kir, li bajarokê Çaldag ê Gîresûnê milîtanên wan li dijî qereqola jendermeryan çalakiyek pêk anîne û di encamê de 3 jenderme û fermandarê qereqolê hatine kuştin.

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan  (TŞYG) de hat destnîşankirin, ku di têkoşîna şoreşê de meha Gulanê li ser bingeha rastiya şehadetê di dil û mejiyan de bûye xwedî wateyeke bêhempa.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi armanca bersivdayîna li sûcên AKP'ê yên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever û Şirnexê li dijî gelê Kurd kiriye, milîtanên wan li Gîresûnê çalakiyek pêk anîn û hat gotin, "Ev çalakî ji bo bîranîna Denîz Gezmîşan û Azad Sîseran pêk hatiye."

Li ser çalakiyê ev agahî hatin dayîn:

"Roja 6'ê Gulanê piştî nîvro saet di 16:30 de, li hemberî Qereqola Jendermeyan a Bajarokê Çaldag ê Gîresûnê, milîtanên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de fermandarê Qereqolê hedef hatiye girtin. Her wiha li nîzamiya qereqolê hatiye xistin û li vir 3 jenderme hatine kuştin. Di çalakiya ku derb li gelek maşînan hat xistin de fermandarê Qereqolê bi giranî birîndar bû û piştre mir.

Li hemberî rejîmê û artêşa wê, ku li djî gelên me bi her awayî faşîzmê dimeşîne, wê ji niha û pê ve çalakiyên me li her derê pêk werin. Em bang li tevahiya ciwanên Tirkiyeyê dikin, ku li dijî vê faşîzmê, di bin sîwana Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bicivin û tevlî têkoşîna berxwedanê bibin."