TŞYG: Bi tijîkirina qadan em Newrozê pîroz bikin!

TŞYG: Em bang li tevahî beşên bindest û gelê xwe dikin ku ji Wan û Amedê heta Stenbol Îzmîrê, li tevahî bajar û bajarokan em cejna Newrozê bi tijîkirina qadan di nav coş û kînê de pîroz bikin!

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) têkîldarî cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha got: “Em Newrozeke nû dijîn. Newroz cejna azadî, yekîtî û berxwedana gelên Rojhilata Navîn e. Di serî de gelê Kurd, em Newroza tevahî gel û dostên xwe pîroz dikin. Em her kesên ku Newroza 2016’an di nav berxwedana li dijî faşîzmê derbas dikin silav dikin. Em tevahî şehîdên xwe yên leheng ên Newroz kirine roja azadî û berxwedanê di şexsê Mazlûm Dogan de bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin.”

TŞYG diyar kir ku gel Newroza 2016’an bi ruhê berxwedana Gezî, Cizîr û Sûrê pêşwazî dikin, wiha dewam kir: “Bi dirûşmeya ‘her roj Newroz her der berxwedan’ ve qedexeyên faşîzma AKP’ê û sîstema TC bi erdê re dibin yek. Li ser vî esasî bi herîkîna kolanan ve berxwedana şoreşger-demokratîk li hember sîstema faşîst digihêje lûtkeyê.”

‘GELÊN ME BI RUHÊ BERXWEDANA GAZÎ, CIZÎR Û SÛRÊ WÊ QEDEXEYA AKP’Ê HILWEŞÎNE’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Di vê Newrozê de bi îdîya yekîtiya gelên me ve Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan heye” û wiha dewam kir: “Tevgera me ya Şoreşa Yekbûyî ya 12’ê Adarê damezirandina xwe îlan kir, ji bo gelê me bûye ronahiye hêviyek nû, tê dîtin ku derbeyek li faşîzma AKP’a hevkar xistiye. Ji ber vê ye ku dîktatoriya AKP’a faşîst ji Gever, Şirnex, Nisêbîn heta Stenbol û Îzmîrê li her qadê êrîşên xwe yên hovane zêdetir kiriye. Di serî de jin, ciwan, karker û kedkar, li ser tevahî bindest û beşên tên mêtin her roj zext, girtin û qetlîamên xwe zêde dike. Ev helwesta xwe ji girtina akademîsyenên azadîxwaz û aştîxwaz, heta nuqteya li Tirkiyeyê qedexekirina Newrozê aniye û welatê me bi temamî dike dewleteke polîsan.

Lê, her çiqasî terora dewleta faşîst zêde dibe bila bibe, ev rewş wê nikaribe Tayyîp Erdogan, Hikûmeta AKP’ê û sîstema dewleta wan a faşîst rizgar bike. Gelên me yên bi ruhê berxwedana Gezî, Cizîr û Sûrê diherikin kolanan, wê her cure terora faşîst û qedexeya AKP’ê bi erdê re bike yek. Gel wê nîşanî hêzên paşverû faşîst bide ku li ti deran û ti deman Newroz bê destûrê nayê pîrozkirin û nikare bê qedexekirin.”

Di dawiya daxuyaniya TŞYG de ev hatin gotin: “Bi vê baweriyê ve em careke din cejna berxwedan û azadiyê Newrozê li tevahî gelên xwe û dostên xwe pîroz dikin, bang li tevahî beşên bindest û gelê xwe dikin ku ji Wan û Amedê heta Stenbol  Îzmîrê, li tevahî bajar û bajarokan em cejna Newrozê bi tijîkirina qadan di nav coş û kînê de pîroz bikin.”