Nerazîbûna li qedexeya li ser PKK'ê ya li gelek welatên Ewropayê, dewam dike. Cîgirê Serokê Koma Parlamenta Federal a Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê Andy Tschumperlin di axaftina xwe ya ji bo ajansa me de diyar kir ku eger rastiya Rojhilata Navîn baş were analîzkirin wê bêwatebûna ragirtina PKK'ê di lîsteya terorê de were fêmkirin û got, "Divê li Ewropayê qedexeye bi vî rengî nebe û ev qedexe tavilê were rakirin."
'JI BILÎ DESTEKKIRINA KURDAN TI ŞENSÊ CÎHANA ROJAVA NÎNE'
Tschumperlin bal kişand ser komkujî û êrîşên DAIŞ'ê yên Iraq û Sûriyeyê û bibîr xist ku li dijî vê rêxistina dijminê mirovahiyê Kurd bi awayekî çalak têdikoşin. Tschumperlin da xuyakirin ku eger hemû rastiyên li herêmê li ber çavan were girtin wê were dîtin ku ji bilî destekkirina Kurdan ti şensê cîhana Rojava nîne û got, "Berxwedana li Kobanê bû sedem ku gelek rastî werin dîtin. Di serî de DYA û hêzên din ên koalîsyonê dîtin ku ji nedîtî hatina vê rastiyê êdî ne pêkane û ji ber şensekî xwe yê din tinebû, dest bi êrîşên hewayî kirin. Û di qonaxa heyî de divê têkoşîna Kurdan li ber çavan were girtin û ji her alî ve werin destekkirin."
'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDAN HÊJAYÎ TEQDÎRÊ YE'
Tschumperlin bal kişand ser mezinahiya têkoşîna Kurdan a li Rojava û herêmên din û got, "Kurd bi salane bêyî li benda tiştekî bisekinin têdikoşin û daxwazên xwe yek bi yek bicih tînin. Bi destketiyên di encama têkoşînê de hatine bi dest xistin re xuya ye ku Kurd êdî ji bo Kurdistanê amade ye." Tschumperlin ragihand ku li gel berxwedana nîşan dide têkoşîna Kurdan a ji bo azadî, edalet û wekheviyê hêjayî teqdîrê ye.
'SWÎSRE DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE DIKARE BIBE WELATÊ ÇAVDÊR'
Tschumperlin pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin jî nirxand û destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê gelekî watedar e û divê xwedî li vê pêvajoyê were derketin. Tschumperlin da xuyakirin ku ji bo pêvajo vegere aştiyê û bi awayekî erênî bi rê ve biçe, li ser daxwaza aliyan, Swîsre dikare weke aliyê sêyemîn yanî welatê çavdêr li dora masê cihê xwe bigire. Tschumperlin got, "Ji bo ev yek pêk were, tevî daxwaza aliyan girîng e Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di vê pêvajoyê de roleke çalak bilîze û biryarê bide ku Swîsre bibe welatê çavdêr."
'DIVÊ STATUYA ROJAVA WERE QEBÛLKIRIN'
Tschumperlin ji bo pêşeroja gelên li herêmê bal kişand ser girîngiya sîstema Kantonê ya li Rojava hatiye avakirin û got, "Divê Rojava ji aliyê her kesî ve were destekkirin." Tschumperlin da zanîn ku sîstema Rojava li sîstema kanton a Swîsreyê tê û got, "Sîstema kantonê ya Swîsreyê di rêveberiyê de li pêş e û di vê mijarê de xwedî tecrûbeyeke mezin e. Dema em derbasî vê sîstemê bûn gelek pirsgirêk derketin pêşiya me, lê di encamê de em bi ser ketin. Weke Swîsre em dixwazin di avakirina sîstema Kantonê ya li Rojava de bibin alîkar." Tschumperlin da xuyakirin ku divê statuya Rojava were qebûlkirin û got, "Ji bo ev rewş pêk were weke partî em hem li welêt hem jî li derveyî welêt nîqaşan dimeşînin."
'DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN'
Tschumperlin diyar kir ku PKK di lîsteya terorê ya Swîsreyê de nîne û destnîşan kir ku bê wate Ewropa hînê vê biryara xwe dewam dike. Tschumperlin ragihand ku mafê her kesî heye nêrînên xwe bîne ziman û got, "Di rewşa heyî de dema têkoşîna Kurdan a li hemberî DAIŞ'ê û rastiya li Rojhilata Navîn derketiye holê baş were nirxandin, ev encam derdikeve holê; divê PKK ji vê lîsteyê were derxistin."
'PÊWÎSTE KURD DI SIYASETA SWÎSREYÊ DE CIH BIGIRIN'
Tschumperlin diyar kir ku weke partiya Sosyalîst ew alîgirin Kurd û koçberên din di nava siyaseta Swîsreyê de bi awayekî aktîf cih bigirin û got, "Koçber çiqasî têkevin nava siyaseta Swîsreyê, pirsgirêkên wan ên li vir û yên li welatê wan baştir tê dîtin. Li Meclîsa Federal a Swîsreyê çiqasî siyasetmedarên Kurd hebin, pirsgirêk û daxwazên Kurdan wê ewqasî bi xurtî li Meclîsa Federal deng vedin. Ez ji vir bang li koçberan dikim ku bi awayekî aktîf tevlî siyasetê bibin."