Li gorî NYT Trump fermana lêdana li Îranê daye

New York Times (NYT) îdîa kir ku Serokê DYE'yê Donald Trum ferman daye ku li hedefên Îranê bê xistin, lê belê di kêliya dawî de ji ve biryara xwe vegeriya ye.

Aloziya navbera Îran û DYE'yê her zêde dibe. NYT'ê îdîayeke nû ragihand.

Li gorî NYT'ê, Serokê DYE'yê Donald Trump operasyoneke leşkerî ya 21'ê Hezîranê ya li dijî hedefên Îranê pejirandiye. Di nûçeyê de ku agahiyên xwe dispêre rêveberên Emerîkî diyar kir, Trump ferman daye ku li radar, bataryayên fuzeyê û gelek hedefên din bê xistin.

Hate îdîakirin, di demekê de ku balafir bi hewa ketin û keştiyên şer ketin pozîsyonê, dest ji vê fermanê hatiye berdan. Rayedarekî Emerîkî yê payebilind diyar kir ku êrîş nehatiye kirin.

Rojnameyê ragihand, wan agahî bi dest nexistine ku operasyoneke li dijî Îranê hîn di rojevê de ye yan na, fikrê Trump bi temamî hatiye guhertin an na, betalkirina operasyonê stratejîk e ya jî ji ber sedemên lojîstîkî ne.

Piştî ku Pêncşemê firokeyeke bê mirov a Emerîkî li Geliyê Hurmuzê ji aliyê Îranê ve hate xistin aloziya navbera DYE û Îranê mezintir bûbû.